ManşêtNûçe

Welatiyên Cerablusê ferzkirina zimanê tirkî red dikin

Duh li herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê ezmûnên dibistanên amadehiyê li gorî materyalên tirkî ku dagirkeriya Tirk li herêmê ferz kirine, dest pê kir. Li gorî çavkaniyên ji Cerablusê yê dagirkirî, ji ber ezmûnan xwendekar bi hêrs bûne.

Li gorî ajansa ANHA’yê çavkaniyan diyar kir ku welatî ji ber ferzkirina zimanê tirkî ne razî ne.

Heman çavkaniyan got welatî li ser pêşeroja zarokên xwe ditirsin ku dewleta dagirker siyasetên xwe li wan ferz dike.

Dewleta Tirk a dagirker di Tebaxa 2016’an de Cerablus, Raî, Ezaz û Bab dagir kirin û di 2018’an de jî Efrînê dagir kir, her wiha di Cotmeha 2019’an de Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Dagirkeriya Tirk li van herêman zimanê tirkî û pereya tirkî ferz kir, her wiha sembol, alên tirkî û wêneyên serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û wêneyên padîşahên Osmaniyan belav kirin, li kêleka wê jî demografiye diguherîne, avahiyên mêtingeriyê ji bo bicihkirina penaberên sûrî li herêmê, ava kirin.

Siyasetên dewleta Tirk li herêmên Sûriyê yên dagirkirî metirsiyan çêdikin ku niyeta dewleta Tirk a tevlêkirina van herêman ji xaka Tirkiyê re heye. Ev jî gefan li yekitî û serweriya Sûriyê dixwe.

Back to top button