ManşêtNûçe

Welatên rojavayî bi Qamişlo re “flirt” dikin û Şamê ceza dikin

Di bin sernava li jor rojnameya Ashrq Al’awsat raporek a rojnameger “Kemal Şêxo” belav kir, di  destpêka raporê de wiha hat:

Welatên rojavayî pêwendiyê xwe bi <<Rêveberiya Xweser>> re zêde kirin, ku ev yek wek <<Hezkirin>> di gel Qamişlo re hesiband di dema ku Bruksel û Washington ê re cazayan li ser Dîmeşq ferz kirin.

Rapor îşaret kir li ser gihaştina şandeyek Swêdî peybilind ji wezarata derve ya Swêdê bi serokatiya Per Aurinos nûnerê taybet ê dosyaya Sûrî, û Thomas Marcus berpirsyarê dosyaya mirovî ya derveyî û Avin Gittin şêwirmenda peymangeha Ewropî ya aştiyê ji herêmên <<Rêveberiya Xweser>> li Bakur û Rojhilatê Sûriya, şandeyê civînek bi Ebdul Kerîm Omer serokê Daîreya Têkiliyên Derve û Fener Kiêt cîgerê serokê Têkiliyên Derve di Rêvberiyê de li dar xist, û dosyaya siyasî û mrovî di raporê de hat xuyakirin û lêkolîna rewşa niştecihên kampên <<Hol û Roj>> li gundewarê Hesekê ya taybet bi malbat û êsîrên çekdarên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst, û pêşkêşkirina dosya û çarenûsa girtiyên Ejnebî di girtîgehên Rêveberiyê.

Mezlûm Ebdê rêberê Hêzên Sûriya Demokrat piştgiriya xwe îfade kir ji daxuyaniyên wezîra derve ya Swêdî Anna Lindy, piştî vexwendina wê di der barê civînek çapemeniyê de li Enqereyê hat li dar xistin bi wezîrê derve Mevlut Çavuşoglu, û banga vekişandina ji Sûriya, û kar bikin li ser dîtina çareseriyek siyasî ku rêzgirtinê ji yekîtiya xaka Sûriya bike.

Back to top button