ManşêtNûçe

Wekîlên Parlamena Ewropayê banga avakirina komîteyek lêkolînê kir

68 wekîlên Parlamena Ewropayê bang li serokê parlamenê kir ku ji bo lêkolînkirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê, komîteyeke şopandinê bişînin Bakurê û Rojhilatê Sûrî.

Endamên Koma Dostaniya Kurdan a Parlamenta Ewropayê (PE) di nav de, 68 wekîlan nameyek ji Serokê PE’yê David Sassoli re nivîsîn.

68 wekîlan, rapora NY ya derbarê sûcên dewleta Tirk girîng pênase kir û ji bo lêkolînkirina hemû sûcên Tirkiyê daxwaza avakirina komîteyekê kir.

Di raporê de, sûcên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê ku li Girê Spî û Serê Kaniyê têne kirin, hatin bibîrxistin.

68 wekîlan destnîşan kir ku divê yekser PE vê komîteya lêkolînê bişîne herêmên Rêveberiya Xweser.

Her 68 wekîlên Parlamenta Ewropayê banga bidawîkirina dagirkeriya Tirk û vekişîna artêşa Tirk û çeteyên wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Back to top button