Dosya

Tura nûçeyan

NUÇEYÊN ROJANE

Îlon 2-9-2015                           

SERNUÇE

AJANS

YPG 46 terorîst, yek jê emîr, li nêzî Hesekê kuştin

TEV-DEM: Ji bo pêkanîna aştiyê bi vîneke pîroz têbikoşin

Îtîlafa Sûrî Heleb û Udlîb diyariya Tirkiyê kir

Rûsya li dijî DAIŞ’ê pîlotên xwe dişîne Sûriyeyê

Rêveberê El-Parti: Em piştgiriyê didin xweseriya Bakûr

Tirkiyê 6 rojnamevan girtin, YE’yê jî ew şermezar kir

Di dîroka Îranê de cara yekemîn kurdek bû balyoz

Çalakvanan Wezareta Hawirdorê ya Lubnanê dagir kir

ROJNAME

Rêveberiya Îmraliyê pirtûkên Ocalan nedan wî

Şervanan êrişa DAIŞ têkşikandin

AJANS

YPG 46 terorîst, yek jê emîr, li nêzî Hesekê kuştin

PUKmedia

Yekîneyên Parastina Gel YPG li bajarokê Hol li başûr rojhilatê Hesekê emîrekî DAIŞ û 45 terorîstên din kuştin

Çalakvanê siyasî Adil Xelef yê Rojavayê Kurdistanê ji PUKmedia`yê re ragihand ku di encama bombebarana şervanên YPG bi mûşekên ji cureya GT3 bo ser navendên çeteyên DAIŞ li bajarokê Hol de 46 çete hatin kuştin

Xelef da zanîn ku di nav kuştiyên DAIŞ de emîrekî payebilind bi navê Ebû Ûsama Kurdistanî heye

Hêjayî gotinê ye ku di demên dawî de şervanên YPG nêzîkî bajarokê Hol bûne û ev mehek e şer li herêmê berdewam e

TEV-DEM: Ji bo pêkanîna aştiyê bi vîneke pîroz têbikoşin

ANHA

Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bang li hemû hêzên demokrasîxwaz ên ku baweriya wan bi aştî û azadiyê hene kir ku ji bo pêkanîna aştiyê bi vîneke pîroz têbikoşin û got: “Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya li ser riya azadî û aştiyê bi roleke dîrokî ji bo hemû pêkhateyên herêmê û bi taybet Sûriyeyê rabû

Bi boneya Roja Aştiya Cîhanê ku dikeve 1’ê îlonê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku pêdiviya cîhanê bi bilindkirina asta têkoşînê heye

Daxuyaniya TEV-DEM’ê wiha ye

Piştî şerê duyemîn ê cîhanê û ji bo tevahî cîhan bi aştî û aramî jiyan bike û xwe ji zihniyeta tundî, koçberî û tunekirinê rizgar bike. 1’ê îlonê wekî roja aştiya cîhanê hate binavkirin Mixabin heta niha armanca ku di pêkanîna aştiyê de dihat xwestin heta niha pêk nehatiye Şer, kuştin, wêrankirin, komkujî û tunekirinê hêjî li gelek herêmê cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn berdewam dike

Pêkanîna aştiyê ku niha dozeke cîhanî ye û ji bo maf û azadiya mirovahiyê bê parastin pêdiviya wê bi bilindkirina asta têkoşînê heye. Di asta yekemîn de pêdivî bi tunekirina bingehên tundiyê û şerên faşistê ku li herêmê belav bûye, heye. Îro faşista  DAIŞ’ê niha li ser ewlekariya tevahî gelên herêmê metirsiyeke ciddî ye û tunekirina DAIŞ’ê armanca sereke ji bo pêkanîna aştiyê li tevahî herêmê ye

Têkoşîna li ser riya aştiyê bi tunekirina DAIŞ’ê nayê bi sînorkirin, lê belê divê berxwedana li dijî aliyên ku çeteyên DAIŞ’ê dikin bête berdewamkirin. Israra zihniyeta teng bi hemû aliyên wê yên nijadperest, olperest û mezhebiyetê, faşistiyê diafirîne. Di encamê de ev bingeha ku li ser hatiye avakirin, li dijî avakirina aştiyê metirsiyeke mezin e û têkoşîna li dijî vê zihniyeta faşist pêkane

Gelê Kurd di dîroka xwe de rastî gelek komkujî û hemleyên tunekirinê ji aliyê dewletên dagirkeriya Kurdistanê dikirin, hatiye. Tevî vê yekê jî gelê Kurd ji têkoşîna xwe venegeriya û li ser riya azadiyê û pêkanîna aştiyê têkoşîna xwe bê navber berdewam kir

Têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê de tevî hemû pilan û komploya navnetewî ya li dijî wê, berçav bû. Rêber Ocalan di zîndanê de fikra xwe li ser bingeha pêkanîna aştiyê û çareserkirina hemû dozên herêmê û di serî de doza kurdî bi şêwazên aştiyane pêşxist. Lê mixabin zihniyeta teng a desthilatdaran û rayedarên Tirkiyeyê di neçareseriyê de israr dikin û li dijî destkeftiyên gelê Kurd li Rojava û Bakurê Kurdistanê tevdigerin

Rêjîma Baasê li Îraqê mînaka herî ber bi çav a hewldanên tunekirina gelê Kurd bû û li hemberî vê rêjîmê jî gelê Kurd têkoşîna xwe domand. Rêjîma Baasê ya Sûriyeyê jî heman siyaseta Baas a Îraqê li dijî gelê Kurd dimeşîne. Lê destkeftiyên di şoreşa Rojava de hatine bi dest xistin bû mînaka têkoşîna li dijî faşista Baas û DAIŞ’ê. Tevî cîhanê şahidê vê berxwedanê ku ji aliyê hêzên YPG’ê û YPJ’ê ve hatiye pêşxistin e. Bi saya vê berxwedanê biratî û jiyana hevbeş li Kobanê, Girê Spî, Şengalê û gelek herêmên din, hate parastin. Hêzên YPG’ê karibû ku hemleya tunekirinê ya faşizmê ku ji aliyê DAIŞ’ê û alîkarên wê ve tê meşandin, rawestîne

Gel Kurd di têkoşîna xwe ya azadî û aştiyê de bi roleke dîrokî ji bo tevahî pêkhateyên herêmê û bi taybet Sûriyeyê rabû. Em wekî TEV-DEM’ê ji bo pêşxistina projeya Sûriyeyê ya demokratîk têdikoşin. Her wiha ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê bi şêwazekî guncav û saxlem tevdigere

Bi boneya salvegera Roja Aştiya Cîhanê em bang li hemû hêzên demokrasîxwaz ên ku baweriya wan bi aştî û azadiyê heye, dikin ku ji bo pêkanîna aştiyê bi vîneke pîroz têbikoşin

Îtîlafa Sûrî Heleb û Udlîb diyariya Tirkiyê kir

PUKmedia

Çavdêr dibêjin bi biryara bikaranîna leyreya Tirkî li cihê yê Sûrî, Îtîlafa Sûrî Heleb û Udilîb pêşkêş bi Tirkiyê kir mîna ku Beşar Esed Lîwaya Eskenderon li Eardoxan pîroz kiribû

Li parêzgeha Heleb û Udlîb û navçeyên li jêr kontirola Eniya Nusreyê û Dadgeha rewayê de pol ûş pareyên tirkî bikartînin û wê bi awayekî fermî di 5-9-2015`an de, dest pê bikin

Di wê barê de, jêderên agahdar ragihandin ku ev biryar ya Îtîlafa Sûrî ya Opozisyon bû, lê piştre jî, Dadgeha rewayî ya Helebê ku di bin kontirola Eniya Nusreyê de ye, ew biryar cih bi cih kirî û bi vê awayî, beşek ji Sûriyê dibe ya Tirkiyê di aliyê aborî û bazirganî de, ev yek wê Sûriyê parçe bike

Çavdêrên siyasî yên Kurd dibêjin Îtîlafa Sûrî 24 demjimêran banga yekbûna axa Sûriyê dike û şerê PYDê dike û PYD`ê bi parçekirina Sûriyê tawanbar dike, lê di warê kirdarî de, îro bi xwe birayra parçebûna Sûriye dan

Rûsya li dijî DAIŞ’ê pîlotên xwe dişîne Sûriyeyê

ROJnews

Televîzyona Î24 News a li Îsraîlê weşanê dike, îdîa kir ku Rûsya wê ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê helîkopter û balafirên xwe bişîne Sûriyeyê.   Di nûçeya Î24 News de tê gotin ku di encama hevdîtinên navbera Rûsya û Îranê de li ser mijarê lihevkirin çêbûye û wê balafirên şer di demeke nêz de biçin Sûriyeyê.   Li gorî îdîaya televîzyona Îsraîlê, Rûsya dixwaze nehêle çeteyên DAIŞ’ê li welatên endamê Sowyeta berê belav bibe. Di nûçeyê de herwiha hat gotin ku bi lêdana li Sûriyeyê re tê xwestin Sûriye weke ‘herêmeke tampon’ di navbera Rûsya, welatên din û DAIŞ’ê de were parastin.   Di nûçeyê de hat ragihandin ku bi destwerdana Rûsyayê li şerê navxweyî yê Sûriyeyê re hevsengiyên li Rojhilata Navîn wê were guhertin

Rêveberê El-Parti: Em piştgiriyê didin xweseriya Bakûr

ANHA

SERÊKANIYÊ – Endamê Komiteya Navedî ya Partî Demokratî Kurd li Suriyê (El-Partî) Şevket Berazî, destnîşan kir ku Tirkiye li Bakûrê Kurdistanê li hemberî destkeftiyên gelê kurd êrîşên dijwar pêk tîne, lewre îlankirina rêveberiyên xweser û avakirina hêzên parastinê mafê gel e. Berazî got ku ev serkeftina gelê kurd e û ew piştgiriyê didinê

Şevket Berazî derbarê mijarê nêrînên xwe bi ANHA’yê re parve kirin

Şevket Berazî diyar kir ku Tirkiye îdîa dike ku li dijî DAIŞ’ê şer dike, lê ev tenê senaryoye û bi vê rêbazana hanê hemû cureyên êrîşan li ser Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk tîne. Şevket Berazî destnîşan kir ku li hemberî serkeftinên siyasî û leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê, her wiha serkeftinên li Bakûrê Kurdistanê planên dewleta Tirk û AKP’ê têk birine, lewre jî dest bi êrîşan kiriye û wihar dom kir: “Hemû kes piştgiriya AKP’ê ya ji bo DAIŞ’ê di zane. Lê li hemberî hêzên YPG/YPJ’ê têkçûna DAIŞ’ê planên Erdogan jî têk birin. Lewre niha dixwaze li hemberî van serkeftinan êrîş bike û niha vê yekê dike

Em piştgiriyê didin têkoşîna gelê Bakûr

Berazî bal kişand ku li hemberî van êrîşan li Bakûrê Kurdistanê îlankirina sîstema xwe birêvebirinê mafekî rewa ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em destekê didin hêza ku xwe dispêre gel.  Divê em zanibin ku em ê bi  aştiyê û îradeya xwe mafê xwe bistînin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK jî înîsiyatîfa aştiyê derdixînin pêş. Ji ber ku bawariya gel bi aştiyê heye. Di dîrokê de gelê kurd çeka xwe her tim ji bo parastinê rakiriye. Lewre jî avakirina hêzên cewherî li Bakûr mafek ji mafên gel e. Divê em riya şer ku dewleta Tirk vekiriye bigirin. Bi sedan salan e em xwe ji bo welatê xwe û hemû pêkhateyên herêmê dikin qurban. Vaye li Rojava jî ev 4 sal e her roj keç û xortên me canê xwe feda dikin. Ji ber vê yekê avakirina rêveberiyên xweseriya demokratîk û hêzên parastinê serkeftina gelê me yê Bakûr e

Îradeya ku derketiye holê dê planan têk bibe

Şevbek Berazî bibîr xist ku Tirkiye li aliyekê êrîşî Bakûrê Kurdistanê dike, li aliyekê jî hewl dide ku li Ezazê ya Rojava herêmek tampon ava bike û bi vê yekê dixwaze pêşiya gihandina hev ha hersê kantonên (Efrîn, Kobanê, Cizîrê) Rojava asteng bike. Berazî anî ziman ku Tirkiye ji bo vê armanca xwe dê her êrîşekê pêk bîne û ev tişt anîn ziman: “Ew ê ji her alî ve piştgiriya DAIŞ’ê bike. Çêkirina herêma tampon ne tenê Rojava û gelê kurd, tevahiya Suriyeyê hedef digire. Lê îradeye ku gelê kurd derxistiye holê û hêzên kurdî yên ku guhertinên mezin ava kirine, wê careke din projeya Erdogan têk bibin. Bi salan e êrîşî gelê Kurd tê kirin, Kurd bi îrade û felsefeya xwe li berxwe dide û ev yek nîşan daye

Divê kongreya netewî pêk were

Berazî da zanîn ku li hemberî van planên li ser herêmê û êrîşan, pêwiste yekîtiyek xurt bê avakirin û got: “Pêwîste em destê xwe bidin hev û  yekîtiyek  li ser asasê  kurdîtiyek ku xizmeta doza kurdan dike ava bikin. Divê nakokiyên di navbera partiyan de rabibin. Ev jî bi riya avakirina kongreyeke netewî dikare pêk were

Tirkiyê 6 rojnamevan girtin, YE’yê jî ew şermezar kir

PUKmedıa

Piştî eşkerekirina mijara şandina çekan ji aliyê Tirkiyê bo çekdarên DAIŞ`ê hêzên ewlehiyê bi fermana Erdogan hemleyeke desteserkirin û lêgerînê li dijî komeleke ragihndinê destpê kir

Medyaya Tirkî belav kir ku bi fermana serokkomrê Tirkiyê Tayyip Erdogan hêzên ewlehiyê dest bi operaysonên desteserkirinê li  dijî koma IPEK ya ragihandinê, îro sêşemê 1/9/2015, despê kirin, ku di encamê de 6 rojnamevan hatin girtin

Di wê derbarê de Yekîtiya Ewripayê ew kiryar şermezar kir û got ku welatê ragihandin têde ne serbixwe ye di qonaxa dîktatoriyê re derbas dibe, her wiha diyar kir ku Tirkiyê di demên dawî de bi awayekî rêkûpêk ragihandina azad asteng dike

Serokatiya YE`yê bang li hikûmetên Ewripayê kir ku bersiveke tund bidin Tirkiyê. Her wiha got ku Tirkiyê ne tenê rojnamevanên Tirkiyê desteser dike, ji ber ku 3 rojnamevanên Birîtanî jî girtin, amaje kir jî ku ew vê yekê ji nêzîk ve dişopînin û piştgiriya xwe ji wan rojnamevanan re radighînin

Di dîroka Îranê de cara yekemîn kurdek bû balyoz

Sputniknews

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, ji rojhilatê Kurdistanê kurdekî sunnî wekî balyozê Îranê yê li welatên Viyetnam û Kamboçyayê destnîşan kir

Di dîroka Komara Îslamî ya Îranê de tiştekî balkêş û girîng qewimî. Ji bo cara yekemîn kurdekî sunnî bû balyozê Îranê yê li welatên biyanî

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî, serokê berê yê Encumena Pisporên bajarê Sine Salih Edîbî wek balyozê Îranê yê li welatên Viyetnam û Kamboçyayê destnîşan kir

Salih Edîbî, ku li bajarê Sine ji dayîkê bûye û kurdekî sunnî ye, li ser vê yekê daxuyaniyek da û got: ‘Destpêkê ez wekî balyozê Awistraliyayê hatibûm destnîşankirin; lê ji ber ku li Viyetnam û Kamboçyayê misilmanên sunnî hene, wekî balyozê Îranê yê li wan welatan hatim destnîşankirin

Ji destpêka avabûna Komara Îslamî ya Îranê heta niha ev cara yekemîn e ku dewleta Îranê kurdekî sunnî dike balyoz

Salih Edîbî sala 1964ê li bajarê Sine ji dayîk bûye

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê him kurdên sunnî hene him jî kurdên şîe. Ji ber ku rêjîma Îranê rêjîmeke şîe ye tenê qîmet dide kurdên şîe û meqamên dewletê bi wan re parve dike

Çalakvanan Wezareta Hawirdorê ya Lubnanê dagir kir

ANHA

BEYRUD – Piştî ku 72 saetên çalakvanan ji çareseriya pirsgirêkan dabûn hikûmeta Lubnanê bi dawî bûn, komek ciwanan avahiya Wezareta Hawirdorê ya li paytext Beyrudê dagir kir Ciwan dixwazin ku Wezîr Mehemed El-Meşnuq ku niha di avahiyê de ye îstîfa bike

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî ragihandine,  piştî dema ji bo çareseriya pirsgirêkan ji hikûmetê re hatiye dayîn îro bidawî bû, komek ciwanan bi ser avahiya Wezareta Hawirdorê de girtin. Ciwanên ku di çarçoveya rêzçalakiyên bi dirûşmeya “Bêhna we derket” de avahî dagir kirin, dixwazin ku wezîr îstîfa bike. Hate ragihandin ku Wezîr Mehemed El-Meşnuq jî niha di avahiyê de ye û ji aliyê çalakvanan ve hatiye dorpêçkirin

Wezîr Mehemed El-Meşnuq duh xwe ji Komîteya Wezaretan a ku ji bo çareseriya pirsgirêka gilêş hatibû avakirin û Wezîrê Çandiniyê serokatiya wê dike, vekişandibû

Li gel çalakiya ciwanan, welatiyan jî bi armanca piştgiriya ciwanan berê xwe dan avahiya wezaretê. Li ser vê yekê Artêşa Lubnanê jî hêzên xwe li dora avahiya wezaretê bicîh kirin

Di vê navberê de Wezîrê Karên Hundir ê Lubnanê Nîhad Meşnuq diyar kir ku hinek derdorên ereb fesadiyê dikin û gel tehrîk dikin, bi vî rengî jî dixwazin li Lubnanê tevliheviyan derxînin. Meşnuq got ku ew ê ji bo çareseriya pirsgirêkan di riyên aştiyane de israr bikin Meşnuq anî ziman ku Wezareta Karên Hundir nahêle tu kes destê xwe bide malên cemaweriyê

Bûyer çawa destpê kiribûn

Li paytexta Lubnan Beyrudê hefteyek beriya niha bi hezaran kes li hemberî nepaqijkirina gilêşê (zibale) li kolanan bi diruşmeya “Bêhna we derket” daketibûn kolanan û hikûmet protesto kiri bû

Çalakvanan di 29’ê tebaxê de jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, iktisadî û civakî 72 saet dem dabûn hikûmetê. Dema ku çalakvanan daye îro bidawî dibe, lê hikûmetê heta niha ji bilî biryara ku meaşên karmendan bêne dayîn, pêngaveke berbiçav ne avêtiye. Lewre biryara ku dê çalakvan bigirin û pêvajoya ji niha û pê de tê meraqkirin

Hate ragihandin ku saziyên civakî wê îro civînekê lidar bixin û mijarê nîqaş bikin, her wiha nexşerêya xwe eşkere bikin. Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku di civînê de wê mijara ku ev pêla gel bê birêxistinkirin û  veguheze sazumaniyekê jî bê nîqaşkirin

Çavkaniyan gotin ku dê piştî civînê daxuyaniyek bê dayîn

Çalakvan dixwazên ku Wezîrê Hawirdorê Mihemed El-Meşnûq îstîfa bike, Wezîrê Karên Hundir û hemû kesên ku fermana gulereşandina çalakvanan daye bêne darizandin. Çalakvan her wiha dixwazin ku ji bo pirsgirêka gilêş çareseriyeke ekolojîk û mayinde bête peydakirin, budçeya şaredariyan ji sindoqa şaredariyan a serbixwe bête rizgarkirin û hilbijartinên parlemanteran bêne lidarxistin

ROJNAME

Rêveberiya Îmraliyê pirtûkên Ocalan nedan wî

XENDAN

Stenbol – Li Gireva Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Ebdula Ocalan tecrîda giran didome û di vê navberê de Girtîgeha Îmraliyê biryareke skandal girt, pirtûkên ku ji axaftinên Ebdula Ocalan yên salên bûrî hatine berhevkirin yên wekî

Di Sosyalîzmê De Îsrar

Evîna Kurd

Çawa Jiyan Bikin” “Çalakî û Zimanê Rastiyê” hatine berhevkirin meha bûrî ji bo ku bidin Ocalan şandin girtîgehê, lê pirtûkên Ocalan bi îdiaya ” Bangeşeya Rêxistinê ” dike îdareya girtîgehê neda Ocalan

Parêzerê Ocalan Rezan Sarica tekîldarî mijarê got: Ew ji nameya ku muwekîlê wî Nasrullah Kuran ji Îmraliyê şandiye agahdar bûne, Sarica anî ziman ku 4 pirtûkên muwekîlê wî ye bi îdiaya ” Bangeşeya Rêxistinê ” dike nedane Ocalan

Şervanan êrişa DAIŞ têkşikandin

XENDAN

Şervanên Yekîneyên Parastina Gel YPG bi tundî bersîva êrişa çeteyên DAIŞ’ê li herêma bajaroka Eyn Îsa û bajaroka Holê dan.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî belav kiriye ku: “Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li rojhilatê bajaroka Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Kobanê hewl dan ku êrîşekê lidar bixin. Piştî hêzên YPG bersiv dan vê êrîşê, çeteyên ku li hemberî gundê Fatsa yê ku 8 km dikeve rojhilatê Eyn Îsa êrîş dikirin, ji qadê reviyan

Her weha jî çeteyên DAIŞ’ê her şevê din li nêzikî gundê Xîzêla yê li ser xeta sînor û 25 km dikeve bakurê bajaroka Hol a girêdayî Hesekê, hewl dan ku êrîşekê lidar bixin. Çeteyên ku bi awayekî bandor hatin lêdan, neçar man ji qadê birevin

                                NAVENDA ROJAVA YA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK

NRLS

2-9-2015

Back to top button