ManşêtNûçe

Tevgerên jinan bi boneya Roja Aştiyê ya Navneteweyî daxuyaniyek dan

Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Navneteweyî daxuyaniyek dan tê de bang li jinan kirin ku tevlî saziyên cuda yên civakê bibin û nêrîna xwe di dozên girêdayî aramî û aştiyê de binîn ziman.”

21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Navneteweyî ye. Ev roj ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di 21’ê Îlona 1981’an de hat ragihandin.

Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya salvegera 41’emîn a Roja Aştiyê ya Navneteweyî daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li cîhanê virûsa koronayê (Covîd-19) ji beriya 2 salan ve belav bûye û ev jî bûye sedem ku bi milyonan kes jiyana xwe ji dest bidin.

Di daxuyaniyê de behsa alozî û şerên domdar ên ku barê piraniya dewletên Rojhilata Navîn zêde kirine, hat kirin nexasim Sûriyeyê ji ber vebijêrka leşkerî ya hikumeta Şamê û bikaranîna tundiyê ji aliyê çeteyan ve, ji deh salan ve di şer de ye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber mudaxeleya hêzên herêmî rewşa li welatên nakok girantir bû ku di encamê de bi hinceta parastina ewlehiya neteweyî gelek herêmên Sûriyê mîna Ezaz, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Bab û Idlibê dagir kirin.

Di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser kiryarên hovane yên li hemberî şêniyên herêmên dagirkirî hat kirin û wiha hat gotin: “Bi armanca qirkirina nasnameya resen a herêmên dagirkirî, dagirkeran demografiya herêman guhert, şêniyên resen dan koçbekirin û li şûna wan kesên ji deverên din bi cih kirin. Dar birîn, daristan şewitandin û şûnwar talan kirin. Em carek din bang dikin ku derfet ji jinan re were dayîn ku tevlî saziyên cuda yên civakê bibin û nêrîna xwe di dozên girêdayî aramî û aştiyê de binîn ziman.”

Daxuyaniya hevpar ji hêla Meclisa Jinan a Bakur û Rojilatê Sûriyeyê, Meclisa Jinên Sûriyeyê, Kongreya Star, Yekitiya Jinên Suryan, Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinên PYD`ê, Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, Nivîsgeha Jinan a MSD`ê, Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM`ê, Komîteya Jinan a Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, Yekitiya Jinên Ciwan û Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan ve hat dayîn.

JINNEWS 

Back to top button