ManşêtNûçe

TEV-DEM’ê daxuyaniyên rêveberên Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî daxuyaniyên rêveberên Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha ye:

“Li herêmê nakokî û şerên herêmî û navneteweyî yên bi armanca ferizkirina hegemonyaya xwe li ser vîna gelan rû dide û ev yek bûye sedem ku civaka navneteweyî bikeve nava krîzeke xeniqandinê ku nikare hegemonyayê ferz bike.

Piraniya van şer û nakokiyan li Kurdistanê rû dide. Dewleta Tirk a dagirker bi dehan salan e şerê qirkirina etnîkî li dijî îradeya gelê me yê Kurd dimeşîne, ku Kurdistanê û gelê wê weke qada ceribandina çekên kujer û çekên kîmyewî bikar tînê. Her wiha her rojane  li Kurdistanê sûcên li dijî mirovahiyê dike, nexasim li Herêmên Parastina Medyayê yên li Başûr û sûcan û êrişên terorîst li dijî herêmên dagirkirî yên Rojava  pêk tînê. Di heman demê de, polîtîkayên qirêj li dijî îradeya gelê me dimeşînê û herî dawî jî daxuyaniyên wezîrê wê yê parastinê ku kîn û nefreta xwe li hember navê Kurdistanê û binavkirina wê rave dike.

Di encama berxwedana Tevgera Rizgariya Kurdistanê, gerîla û gelê Kurd de ji bo parastina destkeftiyan ji dagirkeriyê, hema bêje dewleta Tirk bi serkêşiya AKP`ê gihaşt tehlukeyê û niha di qonaxên xwe yên herî zehmet de dijî. Gihaşt wê astê ku ji aliyê navneteweyî ve êdî kes guh nadê.

Ji aliyekî din ve jî, ji ber piştgiriya hin aliyên Kurd ên ku parastina Kurdan îdia dikin di serî de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) AKP`ê li ser lingan e. PDK`ê dagirkeriya Tirk a li ser Kurdistanê rewa dike. Li şûna ku di vê demê de hêzên xwe bikin yek da ku helwesteke nîştimanî li hemberî dagirkeriya Tirk nîşan bidin ku rojane gefa qirkirinê li dijî Kurdan dixwe.

Diviyabû rêveberên PDK`ê rola xwe ya nîştimanî di vê pêvajoya çarenûsî de bilîzin. Lê rêveberên wê dem demê li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê û gerîla daxuyaniyên xeternak û hişk didin. Ji daxuyaniya dawîn ya Mesrûr Barzanî diyar bû ku ew nêrîna dewleta Tirk a dagirker rave dike û em tu xizmetek ji bo berjewendiya gelê me di wan daxuyaniyan de nabînin, berovajî wê fikarên gelê me zêde kirin.

Em dibêjin ev daxuyanî formeke tirkî ye û li dijî vîn û nirxên gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ye.

Em bang li gelê xwe dikin ku siyasetên PDK`ê eşkere bikin ku destekê dide siyasetên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên li dijî vîn û nirxên me rewa dikin.”

ANHA

Back to top button