ManşêtNûçe

TEV-DEM’ê bêdengiya civata navneteweyî ya li hember doza terorê şermezar kir

Têkildarî buyerên dawî yên li Hesekê ji ber êrişên şaneyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Xiwêran û hewldana revandina çeteyên DAIŞ’ê yên girtî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Careke din şaneyên veşartî yên terora DAIŞ’ê şeva 21`ê mehê li Hesekê bi rêya erebeyên bombebarkirî teqîn pêk anîn. Bi van teqînan êrişî girtîgeha Xiwêran kirin, da ku terorîstên DAIŞ’ê yên di girtîgehê de birevînin û piştre ji nû ve xeteriyeke nû li ser mirovahiyê çêkin, aloziyê belav bikin û tirsê bixin navbera pêkhateyên bajêr bi taybet şêniyên taxê. Ev kiryara terorîst ne tesaduf bû, lê belê bi rasthatina salvegera 4’emîn a şermezarkirina dagirkirina Efrînê ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve û salvegera 8’emîn a ragihandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li Rojava pêk hat.

Hikumeta AKP’ê ya ku bûye piştevanê fermî ya teror û çeteyan, êdî çarenûs û mayîna vê hikumetê ku piştevaniya terora navneteweyî dike da ku li ser desthilatê bimîne û temenê xwe dirêj bike, yekser bi çarenûsa mayîna terora DAIŞ’ê û komên çete ve girêdayî ye.

Ji lew re êrişên xwe li dijî vîna gelên herêmê û hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê zêde kirin û li dijî gelan sûc pêk anîn da ku binketina xwe ya siyasî û aborî, her wiha binketina xwe ya hundirîn û derve veşêre. Ji lew re siyasetên herî qirêj dimeşîne.

Ev hikumeta terorîst a Tirk a ku destê wê di sûcên şer, binpêkirinên dijmirovî li herêmên dagikirî yên Sûriyê bi giştî, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi taybet de heye, êdî rûbirûyî krîzên hilweşîner e. Ne dûr ku torên MIT’a Tirk bi torên îstîxbaratên din re li herêmê têkildar in ku rêzeêrişan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin. Her wiha dewleta Tirk a dagirker di vê dawiyê de girîngiya êrişên xwe daye ser herêmên Şehba, Til Temir, Eyn Îsa û Kobanê û herî dawî jî bi rêya şaneyên terorîst êrişî girtîgeha Xiwêran a Hesekê kir ku tê de terorîst hene û mîna mayînekê li benda teqandinê ne. Ji lew re dewleta Tirk dixwaze vê mayînê biteqîne da ku tevlîheviyan derxe û bi şêwazekî Rêveberiya Xweser hedef bigire.

Armanca êrişên şaneyên terorîst a bi piştevaniya yekser ji hikumeta Erdogan a terorîst ew e ku projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser ku xwe dispêre rêgez û pîvanên mirovî têk bibe.

Lê belê bi ked û fedekariyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ev êriş û komploya dewleta Tirk hate têkbirin.

Em weke TEV-DEM’ê bêdengiya civata navneteweyî ya li hember doza terorê û piştevanên wê şermezar dikin.  Tevî bangên dubare yên Rêveberiya Xweser ji bo avakirina dadgehên navneteweyî yên darizandina van terorîstan an jî darizandina wan li welatên wan, civata navneteweyî û NY’yê bersiv nadin û ji erkên xwe direvin.

Her wiha em bang li tevahî pêkhateyên herêmê, rêxistin, saziyên civaka sivîl û tevahî hêzên siyasî dikin ku xebatên ji bo xurtkirina berxwedan û têkoşînê pêk bînin, da ku em nirx û destkeftiyên xwe yên dîrokî biparêzin. Di heman demê de sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.”

ANHA

Back to top button