ManşêtNûçe

TEV-DEM: Jîna Emînî bû sembola têkoşîneke nû

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) îro daxuyaniyek nivîskî da û qetilkirina Jîna Emînî bi destê rejîma Îranê şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Tiştê ku desthilata dîktator a Îranê pê radibe wekî siyasetên zordest û hovane ji bo qirkirina çandên exlaqî û desteserkirina wan bi rêbazên cuda û bi bihaneyên dûrî nirxên mirovî û exlaqî ye. Tenê ji ber ku çend tayên pora Jîna Emînî li kolanên Tehranê xuya kirin, saziyên rejîma melayan a Îranê tehemûl nekir û li pêş çavên her kesî îşkence lê kir û qetil kir.

Qetilkirina jinan bi vê rêbaza hovane tê wateya qetilkirian ruhê jiyana azad, ji ber ku jin ruhê jiyana exlaqî û rûmet civakî, çandî û mirovî temsîl dikin.

Qetilkirina Jînayê bi vî rengê hov îsbat kir ku rejîma Îranê siyaseta nîjadperestî û înkarê didomîne û hemû nirxên civakî û çandî, nexasim taybetiyên jinan binpê dike. Armanc ji vî sûcî, di şexsê Jîna Emînî de derbekirina îradeya jinên bihêz û azad e ku hêza xwe ji felsefe û berxwedana jina hemdem digire ya ku teror li herêmê têk bir. Ji lew re, Jînayê xwest bendên koletiyê yên ku rejîma zordest a Îranê li dijî jinan ferz dike, bişikîne. Tu ferqa rejîma Îranê ji rejîma faşîst a Tirkiyê nîn e û ji bo şikandina vîna gel û civakan gelek lihevkirinên wan ên veşartî li herêmê hene.

Jîna Emînî bû sembola têkoşîneke nû ku hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Îranê li ser serê rejîma Îranê kirin dojeh. Bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî xwepêşdanên mezin li dar xistin. Ev destpêka şoreşeke nû ya bi pêşengiya jinan a li erşê rejîma melayan a Îranê hejand û durûtiya nîjadperest a Îranê û hêzên wê yên ewlekariyê bi hemû şaxên wê yên terorî teşhîr kir, yên ku bêyî cudahiyê bixin nava mezin û bi çûkan guleyan berdidin xwepêşdêran û wan dikujin.

Em bang li tevahî gelê Kurd û hemû gelên Îranê, hêzên siyasî û nîştimanî û rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên hiqûqî yên jinan ên li herêmê bi giştî û Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî dikin ku piştgiriyê bidin îradeya gelên Îranê yê serhildêr ya bi pêşengiya jinan ku li dijî sûcên qirkirinê yên rejîma Îranê li dijî îradeya civakan tê dikoşin.”

ANHA

Back to top button