ManşêtNûçe

TEV-DEM ji bo Newrozê peyamek weşand

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya Cejna Newrozê peyamek weşand.

TEV-DEM D di peyama xwe de got: Em ê Newroza îsla bikin bingehê têkoşîna xwe ya dîrokî, israra bi dawîkirina tecrîdê û parstina destkeftiyên dîrokî

Berfirehiya peyamê wiha ye:

Em Cejna Newrozê li Rêber Abdullah Ocalan, tevahî gelê me yê Kurdistanê, gelên Mezopotamiya, tevahî pêkhateyên herêmê, malbatên şehîdên azadiyê û tevahî şervanên li eniyên şeref û rûmetê pîroz dikin.

Tevahî gelên herêma Mezopotamiya di dîrokê de Cejna Newrozê pîroz dikin. Ev cejn cewherê rasteqîn ê serketina mezintirîn şoreşa îradeya yekitiya gelên azad, ên berxwedêr û têkoşerên li hemberî zilm û zordestê îfade dike. Her wiha Newroz têkoşîna li hemberî xurtirîn erşên dîkatatorên xwedî zihniyeta qirkirina gelan, înkarkirina çand û nirxên exlaqî yên civakê ye. Meşaleya agirê pîroz ku Kawayê Hesinkar dadbû nîşaneya serketin, azadî, bidawîbûna dîktator û koletiyê bû û ragihandina vejîna rojeke nû û jiyana azad e.

Newroz xwedî dîrokeke dirêj û mîrateyeke tijî berxwedanî ye. Newroz ji kevintirîn cejnên neteweyî ye ku nirxên exalqî yên civakan ji zilm û qirkirinê parastin. Newroz bû çandeke pîroz a civakên Mezopotamyayê ku heta serdema me ya heyî tê pîrozkirin. Lê gelê me yê Kurd ji hezarên salan ve ji çiyayan heta girtîgehan, ji bajaran heta tevahî qadan, li gelemperiya Kurdistanê û cîhanê vê cejnê pîroz dike. Ev cejn bi saya fedakariyên ku gelê me yê berxwedêr li hemberî dîktator û dagirkeran dane, tê pîrozkirin.

Rêber Apo cewherê rasteqîn û dîrokî yê wateyên Newrozê vejandin. Rêber Apo rihê vejînê da nirxên Newrozê û mîrate û çanda îradeya azad a civakê. Bi vê rihê û bi dirûşma ʹBi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Ocalan azad bikin û dagirkeriyê têk bibinʹ, em ê Newroza îsla bikin bingehê têkoşîna xwe ya dîrokî, israra bi dawîkirina tecrîdê û parstina destkeftiyên dîrokî. Ji ber ku Rêber Apo ji bo gelê me û tevahî gelên azadîxwazî destkeftiyekî dîrokî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya serketina destkeftiyên mê yên dîrokî û serketina îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi hevgirtina me ya bi rihê Newrozê re em ê tevahî herêmên dagirkirî, ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên din ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin.

Em Tevgera Civaka Demokratîk vê cejnê pîroz dikin. Em di wê baweriyê de ne ku gelê me û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi awayekî mezin û xurt ku layiqî mezinahiya felsefeya wî be, beşdarî pîrozbahiyên Newroza îsal a Rêber Apo bibin.

Em bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin ku di êvara Newrozê de mîrateya dîrokî ya Newrozê biparêzin, serdana gorên şehîdan bikin, mûman pêxin û qadan bixemilînin.”

Back to top button