ManşêtNûçe

TEV-DEM: Em bang li civaka navdewletî dikin ku erkên xwe bi cih bînin

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) derheqê qanûna Qeyserê de daxuyaniyek nivisîk weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Çend rojên din cezayên qanûna Qeyser li ser Sûriyê û gelê wê dikevin meryetê. Civaka navdewletî ti çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûriyê peyda nekir. Ji ber vê yekê civaka Sûriyê bi salan êş û azarên şerê mezhebî, şovonî û dagirkerî dikişînin. Hikumeta Sûriyê xemsar e û ji berpirsyartiyên xwe yên pêkanîna diyaloga çareseriya Sûrî-Sûrî direve. Lewra berpirsyartiya herî zêde ya vê aloziyê hildigre ku welat gihandiye vê kareseta civakî û aborî. Divê ku hikumeta Sûriyê îro li çareserî û alternatîfan bigire da ku bandora vê aloziyê li ser gelê Sûriyê kêm bike, ne wisa be ew jî şirîkê rasteqîn ê vê qanûnê ye.

Li şûna ku civaka navdewetî zextê li hikumeta Sûriyê bike da ku diyalogan qebûl bike û ji bo bidawîkirina aloziya Sûriyê kar bike, bi qanûna Qeyeser ceza li ser Sûriyê ferz kirin, ev qanûn dê êş û azara civaka Sûriyê zêdetir bike.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Rewşa Sûriyê bi giştî û ya civakî bi taybet ji bo tehemulkirina vê karesta aborî ne amade ye. Dibe ku kareseteke nû li lîsteya aloziya Sûriyê zêde bibe. Ji ber ku binsaziya aborî ya welat bi giştî hilweşiya ye û bermehên wê yê jiyanî hilweşiya ye. Ji ber wêranbûna ku gihaştiye civaka Sûrî wê bibe qurbaniyên armacên dewleta Tirk a dagirker û  dewletên xwedî berjewendiyên hevpar.”

TEV-DEM‘ê qanûna Qeyser bi şerê aborî bi nav kir û got: “Ferzkirina xweradestkirinê li ser îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc. Ev ceza dê bandorê li tevahiya Sûriyê bike, her wiha dê bandorê li rewşa me ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Dê bandorê li tişta ku ji hilweşînê filitye bike. Anku dê bandorê li gelên ku ji bo parastina destkeftiyên xwe milên xwe dane hev bike. Ev destkeftî û nirxîn ku bi berdêlên mezin yên van gelan dane pêk hatine, dike hedef.”

TEV-DEM‘ê anî ziman ku bi vê siyaseta ne exlaqî dixwazin birçîbûn û xelayê ferz bikin û derbeyekê li aboriya bazaran bixin û wiha domand: “Di encamê de dê madeyên xwarin, tibî mîna derman û şîrên zarokan kêm bibin û dê bihêle ku pandemiya Koronayê di civakê de bi giştî belav bibe. Ev bi tena serê xwe şerê aborî li dijî me ye, armanc jê ferzkirina xweradestkirinê û serdestiyê li ser îradeya me ya azad e.”

TEV-DEM‘ê got: “Civaka navdewletî û hikumeta Sûriyê ji encamên pêkanîna vê qanûnê berpirsyar in. Em Tevgera Civaka Demokratîk berpirsyartiya vê rewşa xirab hildigirin ser Neteweyên Yekbûyî ya ku çavê xwe ji pêkanîna vê qanûnê girtî ye. Her wiha Koalîsyona Navnetewî di serî de DYA, Rûsya û hikumeta Sûriyê jê berpiryar in. Em bang li civaka navdewletî dikin ku erkên xwe yên exlaqî bi cih bînin û bi lez destwerdanê bikin da ku pêkanîna vê qanûnê bisekinin.”

TEV-DEM‘ê wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Em bang li gelê xwe û hemû yekîtî û saziyên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, ên nûnertiya civaka Sûriyê temsîl dikin ku ji simsarên şerê aborî hişyar bin û bi zanebûn li hemberî vê aloziyê aborî ya çêkirî nêzîk bibin û helwestên şermezariyê li dijî van cezayan nîşan bidin. Her wiha ji bo xizmeta civakê bixebitin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê vê aloziya aborî derbas bikin.”

ANHA

Back to top button