ManşêtNûçe

TEV-DEM Bang li NY`yê kir ku komkujiya Şengalê wekî jenosîd nas bike

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi wesîleya salvegera 8`an a Komkujiya Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya TEV-DEM`ê wiha ye:

“Em di salvegera 8.an a Komkujiya Şengalê de bi rêz û hurmet serî li ber hemû şehîdên komkujiyê ditewînin. Komkujiya ku civaka êzîdî li Şengalê pê re rû bi rû ma. Ev komkujî di encama êrîşeke terorîst a DAIŞ’ê de û di çarçoveya rêkeftinên plankirî de û bi piştevaniya rasterast ya hevalbendên wan ên herêmî û navneteweyî bi serkêşiya dewleta Tirk a dagirker û bi lihevkirina Partiya Demokrat a Kurdistanê û hin aliyan ji bo bidawîkirina mîrateya çandî û dîrokî ya îradeya civaka Êzidî li Şengalê û ji holêrakirina wê, li ber çavê civaka navneteweyî pêk hat, ku hîn jî li hember sûcdar û berpirsên van komkujiyê hovane bêdeng e.

Komkujiya Şengalê sûcekî şer ê li dijî mirovahiyê ye, ku tê de bi hezaran zarok, jin û kal û pîr bûn qurban. Jin hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin, bi hezaran di gorên komî de hatin binaxkirin, piraniya perestgeh û pîrozgehên dîrokî ji aliyê komên têrorîst ên DAIŞ`ê ve hatin wêrankirin.

Ev e tişta ku civaka Êzidî di 3’ê Tebaxa 2014’an de pê re rû bi rû ma. Di sedsala 21’yemîn de rastî komkujiyeke hovane hat. Partiya Demokrat a Kurdistanê jî ji hestê nîştimanî û berpirsiyariya netewî û exlaqî ya parastina Êzidiyan ji hêzên xirab û tarî, bêpar bû.

Civaka Êzidî weke yek ji kevintirîn civakên çandî û exlaqî tê hesibandin û rastî gelek karesat, komkujî û binpêkirinên derveyî pîvan û nirxên mirovahiyê hatiye. Hê jî nirxên xwe yên civakî, xwezaya xwe ya afirîner û dîroka xwe ya dirêj diparêze.

Civaka Êzidî îro rastî polîtîkaya qirkirinê tê. Peymana 9’ê Cotmehê ji bo temamkirina pêvajoya qirkirina etnîkî ya li dijî civaka Êzidî bû da ku ruhê ji nû ve zayînê bi dawî bikin ku ev jî bi avakirina sîstemeke demokratîk di nava hemû civakên Şengal û Deşta Nînovayê de pêk hat. Civaka Êzidî di koorîdora mirovahiyê ya ku ji aliyê şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hat vekirin de ruhê ji nû ve zayînê jiyan kirin, ku ji bo rizgarkirina jiyana bi sedhezaran Êzidiyan qurbanî dane. Ev bû destpêka şoreşeke nû, vegerandina ruh û vejîna civaka Êzidî û avakirina rêxistinbûna wê bi avakirina saziyên xwe yên demokratîk û yekîneyên berxwedanê yên ku teror têk birin.

Em bang li civaka navneteweyî û di serî de Konseya Ewlekariyê, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên pêwendîdar dikin ku kêmneteweyên etnîkî û olî ji gefên qirkirinê û plîtîkayên qirkirina etnîkî û guherîna demografîk biparêzin, ew jî bi girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal, Mexmûr û Başûrê Kurdistanê ku 24 saetan di bin êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne..

Em bang li hikumetên Bexda û Hewlêrê jî dikin ku berpirsyariya exlaqî pêk bînin û di zûtirîn dem de vê dosyayê bigihînin Konseya Ewlekariyê û ewlekariya vegera hemû êzîdiyên kampên Başûrê Kurdistanê bo Şengala rizgarkirî bi cih bînin.

Her wiha em Neteweyên Yekbûyî di ber vê jenosîd û sûcên li dijî mirovahiyê de berpirsyar dibînin, ku Neteweyên Yekbûyî bi awayekî fermî sûcdaran nas nake û hesab napirse. Ev jî dewleta Tirk a dagirker teşwîq dike ku dagirkeriya xwe ya li ser herêmên me berfireh bike û komkujiyên hovane li dijî gelên herêmê pêk bîne.”

ANHA

Back to top button