ManşêtNûçe

Telal Mihemed: Divê vegera şêniyên Efrînê di bin çavdiyêriya navdewletî de be

Derbarê biryara ku ji hêla çeteyên alîgirê Tirkiyê, û endamên ji Meclisa Niştimanî ya Kurdî li ser vegera koçberên Efrînê li male xwe, tevê berdewamiya binpêkirin û sûncên li wir, nûçegehana malpera me hevpîvîneke taybet bi hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanî re kir.

Di destpêka hevdîtinê de, Telal Mihemed tekez kir ku biryara vegera şêniyên Efrînê û koşberên li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî ji aliyê îtlafa Sûrî û endamên ji Meclisa Niştimanî ya Kurdî ve hat, bi encama meşrûkirina dagikeriya Tirk li herîmê.

Mihemed Telal berdewam kir:  Bangên di vê demê de gumanên me zêde dike, ji ber ku ev bang hat di qonaxek hesas li bakur û rojhilatê Sûrî derbas dibe, ku faşîzma Tirkiyê û çeteyên girîdayî wê hewil didin siyaseta xwe ya sîstematîk bimeşênin, û demografiya herêmên ku piraniya wan Kurd in biguher e.

Di axaftina xwe de, Mihemed destnîşan kir: Çawa dibe ku şêniyên Efrînê vegerin dema ku Tirkî û komên terorîst yên girîdayî wê hîn jî binpêkirinên herî hovane û kiryarên dermirovî ji Kuştin, şewtandin, îşkence, revandin, destavîtin û desteserkirina milkên şêniyên Efrînê dike, ji bilî siyaseta sergûn û girtina dayîm a bê sedem, tekez kir ku ev hemû binpêkirinan di nav bêdengiya rêxistinên mirovî û mafên cîhanî pêk tên, ku dewleta Tirk a dagirker û kirîyarên xwe yên herî hovane li dijî şêniyên Efrînê didomînin, bi pratîkê hewl dide ku herêmê bike parêzgeheke Tirk û Ereban, bi riya binpêkirinên qirkirinê li dijî her kes ku dev ji xak û milkên xwe bernade.

Tekez kir: Divê gelê Efrînê teslîmî vê siyaseta sîstematîk a Tirkiyê nebin, ji ber ku armanca dagirkeriya Tirkiyê di vegera gelan de meşrûiyetê dide komên girêdayî wê.

Talal lê zêde kir: Divê vegera şêniyên Efrînê di bin çavdêriya navdewletî de be, bi derketina dagirkeriya Tirkiyê û aliyên wê, li gel derketina komên terorîst ji derve.

Serokê Partiya Aştiya Demokrat a Kurdistanê Telal Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir:

“Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî, divê bi dîplomasiyek nerm dixebitin, û berdewamkirina civîn û pêşwaziya şandyan û gihandina dengê gelê Efrînê û binpêkirinên ku diqewimin bi rêya nûnerên Rêveberiya Xweser li derveyî welat bigihînin rêxistinên mirovî û aliyên berpirs, da ku binpêkirinên dewleta Tirk û komên girêdayî wê li herêmên dagirkirî eşkere bikin.

Back to top button