Duh, roja duşemê, têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD serdana jinên gundê “Naim El-Celad” ya girêdayî navçeya Til Hemîs kir.
Şandeya ku serdan kir ji “Şadiya Omer” û “Erîfa Bekir” endamên têkiliyên Meclisa Jin pêk hat, bi jinên eşîra Raşdî û Xenama li gundê Naim El-Celad re civiyan.
Di derbarê serdanê de nîqaş li ser çend mijarên têkildarî jinê hat kirin ji wan mijaran zewaca bi temen biçûk, û pirjinan, wekî din rewşa jinê di nava eşîrê de û pirsgirêkên têkildarî jinên eşîran hat nîqaş kirin, her wiha çawaniya çalakirina rola wan di nava gundan.
Di dawî de her du aliyan tekez kirin li ser pêwistiya xurtkirina têkilî û hevsengiyê di navbera wan de ji bo bighêjin tevahiya jinên di nava gund de.