ManşêtNûçe

Têkiliyên Leşkerî yên QSD`ê: Divê hemû gelên herêmê piştgiriya hêzên leşkerî bikin

Ji bo gotûbêjkirina geşedanên dawîn li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, siyaset û êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, her wiha ji bo dîtina çareseriyan ji pirsgirêkên li herêmê re, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dem dem bi beşên civakê re dicive.

QSD`ê ji civînên bi partiyên siyasî, rewşenbîr û partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, armanc dike nêrîn û pêşniyarên wan ên ji bo xurtkirina têkiliyên civakî û girtina biryarên rast ku sûdê li civakê dike, bigire.

Girêdayî navaroka wan civînan, hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya QSD`ê Hecî Ereb ji ANHA re axivî û got: “Ji bo xurtkirina hevgirtina di navbera gelên herêmê û QSD`ê û bi hev re sekinandina li hemberî êrişên li ser herêmê, em van civînan li dar dixin.”

Ereb diyar kir ku ew di civînan de, geşedan û bûyerên li herêmê diqewimin, sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên herêmê nîqaş dikin.

Hecî Ereb bal kişand ser girîngiya van civînan ji gelên herêmê re û got: “Ev civîn gelek girîng e da ku dengê êlan û rewşenbîran ragihînin, da ku ev hovîtî, koçberkirin û guhertina demografiyê ji aliyê dewleta osmanî ve pêk tê, rawestînin.”

Hecî Ereb wiha domand: “Hêzên me bi tena xwe biryaran nagire. Em geşedanên li herêmê bi hemû beşên civakê re gotûbêj dikin. QSD hêz û piştgiriya xwe ji gel û civaka xwe digire da ku biryarên rast ku sûdê li civakê û herêmê bike, bigirin.”

Her wiha Hecî Ereb îşaret bi rola rûspiyan a ji bo şikandina êrişên li ser herêmê û têkbirina siyaset û planên li dijî herêmê, kir û got: “Şêx û rûspiyên herêmê roleke mezin di civakê de dilîzin da ku hevgirtina li hember êrişan xurt bikin.”

Der barê helwesta rûspiyan li hember siyaset û planên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Hecî Ereb got: “Ew hemû siyasetên zordestiyê yên dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyê red dikin. Di civînan û komxebatên li dar dikevin de teqez bi pêwîstiya diyaloga sûrî-sûrî dikin ku rêya yekane ya şikandina êrişan e.”

Di komxebata êlan de ku QSD`ê bi rûspiyên êlên ereb û kurd ên kantona Qamişlo re di 21`ê Gulanê de li dar xistiye, rûspiyan diyar kir ku ew ê piştgiriya QSD`ê berdewam bikin heta ku hemû herêmên dagirkirî tên rizgarkirin.

Di dawiya axaftina xwe de, Hecî Ereb got: “Divê hemû gelên herêmê piştgiriya hêzên leşkerî bikin da ku yekitî û ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were parastin. Divê em her tim li hember her êrişeke derve yan jî destwerdaneke herêmî û êrişên çeteyên dewleta Tirk amade bin.”

Back to top button