ÇalakîManşêt

Têkiliyên jin serdana jinên eşîra Şêx Namis kir

Komîteya Têkiliyên Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD serdana jinên eşîra Şêx Fayiz El-Şêx Namis li bajarê Hesekê kir, ji bo nîqaşkirina rewşa dawî ya siyasî bi taybet rola jinên Ereb.

Şanda serdanê ji endamên Komîteya Têkiliyên Jin “Şadiya Omer” û “Nesrîn Tahir” pêk dihat. Di serdanê de bi berfirehî li ser geşdanên dawî û rewşa siyasî li qada herêmî bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrîşên Tirkiyê û gefên wê yên berdewam ji bo têkdana aramiya herêmê hate gotûbêjkirin.

Herwiha bal kişandin ser rola jin di şoreşa Rojava de û destkeftiyên ku di têkoşîna xwe de di hemû qadên leşkerî û siyasî de bi taybet di nava saziyên civaka sivîl de tevî hemû zehmetiyan bi dest xistine.

Jinên beşdar tekezî li ser girîngiya îsbatkirina jinan û karîna xwe ya derbaskirina zehmetiyan kirin, çi di nava malbata xwe ya biçûk de û çi di hemû warên din de, û pêwîstiya belavkirina hişmendiya civakî di nava hemû beşên civakê de ji bo gihîştina azadî û serkeftinê.

Back to top button