Tekiliyên Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, roja sêşemê di dîroka 19’ê Nîsanê bi jinên eşîra “Benî Seba” re civiya, li gundê “Xenamiya” û “Meslûs Mehûs” li navçeya Til Hemîs.
Şandeya partiya me ji “Şadiya Omer” û “Erîfa Bekir” endamên têkiliyên jin di Partiya Yekîtiya Demokrat pêk hat.
Di serdanê de li ser çawaniya rêxistina jin û rola wê di nava eşîran de hat behs kirin ji bo çareserkirina dozên girêdayî civakê.
Di dawiya serdanê de tekez kirin li ser domdariya serdanan û xurtkirina têkiliyan di navbera wan de.