ManşêtNûçe

‘Tecrîd sûcekî mirovahiyê ye, divê Ocalan azad bibe’

Parêzvana mafê mirovan ên demek dirêj e ji bo azadiya gelê Kurd di gelek projeyan de cih digre Anjûska Weîl û Jochî Weîl, destnîşan kir ku tecrîd sûcekî mirovahiyê ye, divê Ocalan azad bibe.

Parêzvana mafê mirovan Anjûska Weîl û Jochî Weîl destnîşan kirin ku ji bo azadiya Ocalan divê piştevaniya navneteweyî bê xurtkirin.

Anjûska Weîl a serkreteriya Partiya Karker a Swîsre bi rêve dibe, di kampanyayan de yên ji bo azadiya Nolsen Mandela de cih girt, di mijara Vîetnamê de xebat kir, her wiha piştî darbeya 1980’yî bi penaberan re eleqedar bû ku ji Tirkiye û Kurdistanê çûjbûn. Weîl diyar kir ku di vê demê de wê Kurd nas kirine.

‘PÊWÎSTÎ BI PIŞTEVANIYEKE NAVNETEWEYÎ HEYE’

Anjûska Weîl a gotina Che Gûevara ya ‘Piştevanî naziktiya gelan e’ bibîr xist û got: “Ji bo azadiya Nelson Mandela li gelemperiya cîhanê mînaka piştevaniyek mezin derket holê. Îro bi heman biryardariyê divê ji bo azadiya Lîderê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê 22 sal in di nava tecrîdê de ye, têkoşîn bê kirin. Nelson Mandêla çawa ji bo gelê Efrîqa ‘Mandîba’ be, Abdullah Ocalan jî ji bo gelê Kurd ‘Apo’ bûye. Ji bo azadiya wî pêwîstî bi piştevaniyeke navneteweyî heye.” Li gorî Anjûska Weîl eger Ocalan bi piştevaniyeke navneteweyî azad bibe, di wê baweriyê de ye ku wê li Tirkiye, Kurdistan û gelên herêmê aştiyeke daîmî pêk were.

 ‘AZADIYA GELÊ KURD XWESTINE’

Jechî Weîl jî yê di nava gelek xebatên mafê mirovan de kar kiriye, heman demê endama Zanîngeha St. Gallen a Pira Xwişk-Bira ya Zurîh Amedê ye jî. Jochî Weîl li ser hiqûqa ceza ya Zanîngeha St. Gallenê xwe kûr kiriye; li ser tecrîd û îzalasyonê jî lêkolîn kiriye, bibîr xist ku salên dûr û dirêj in l iser têkoşîna azadiya gelê Kurd xwedî agahî ye. Jochî Weîl bal kişand ku ji veguhestina pradîgmaya Ocalan a di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de û hucreya yek kesî de ya bi nivîsandina bi qasî 10 pirtûkan pir bandor bûye û got: “Di çalakiyeke ya li bajarê Zûrîhê de min şahidiya wê yekê kir ku xwestina azadiya Ocalan tê wateya xwestin azadiya gelê Kurd e.”

‘YEKÎTIYA GELÊ KURD GIRÎNG E’

Jechî Weîl bang li hemû Swîsreyî, derdorên demokrasî yên hemû navneteweyî kir ku piştevaniya gelê Kurd bike. Jochî Weîl îşaret bi wê yekê kir ku divê tavilê yekîtiya Kurdan bê pêknanîn. Weîl bal kişand çareserî di yekîtiya gelê Kurd de ye û wiha domand: “Divê Abdullah Ocalan ê ji aliyê gelê Kurd û gelê herêmê ve weke lîderekî mezin tê dîtin azad bibe. Em jî dostekî gelê Kurd daxwaza azadiya Ocalan dikim.”

ANF

Back to top button