Nûçe

Tariq Fehmî:Erdogan hewl dide ku Rojhilata Navîn bi pilanek êrîşkar kontrol bike

Berfirehbûna zêde ya Tirkiyê di karûbarên Rojhilata Navîn de nîşan dide daxweziya Tirkiyê ji bo veguhera hêzek herêmî mezin, ku analîzên siyasî jê re dibêjin”Osmaniya nû”, û di çarçoveya vê siyasetê Tarik Fehmî Profîsorê yê Zanista Siyasî li Qahîra yê tekez kir ku siyaseta Tirkiyê di vê demê de siyasetek hovane  li herêma Mexaribiyê pêk tîne ji Lîbyayê heta tevahî  herêmê, ji ber ku têkiliyên û berfirehbûnên din jî ku veberhênanên Tirkiyê li Tûnis û Cezayirê di vê demê de hene, di encamê de plana Tirkiyê ya heyî ewe ku ji Lîbiyayê destpê bike heta herêma  Mexaribiyê û ji wir jî heta Başûrê beravê û çolê, û dirêjkirina ber bi Rojhilata Navîn ku pevçûn li ser gaze hene.

Fehmî wiha lê zêdekir, di daxuyaniyên taybet de ji malpera Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD re: Doza li vir ew e ku Lîbiya beşek ji tevahiyê ye û ne tenê beşeke ji ber vê yekê divê bal bê kişandin li ser pilanên Tirkiyeyê ku niha li ser sê bingehan tê kirin lê belê ew ê bê dirêjkirin.

Pirofîsorê Zanista Siyasî wiha axaftinên xwe berdewam kir: Bi vî rengî rêgezên  hovane nayên rawistandin û yên girêdayî siyaseta Tirkiyeyê û siyaseta Erdogan,  tevî hemû dabaşkirinên ku di Partiya Dad û Pêşveçûnê çêdibin weke derketina Elî Babacan û Ehmed Daûd Oglo weî dij jî dabaşkirinên nû yên ku di van rojên dawî de çêbûne, ku ev siyaset berdewame û vebijarek êrîşkar girt ser xwe li bingeha destwerdana li Lîbiyayê de, û tekez kir ji aliyê Berçavkirinên sînorên derya li  deryaya Sipî.

Fehmî îşaret pê kir: Ku meclisa cîgerên Lîbiyayê ew e meclisa bingehîn ya ku gelê Lîbiyayê temsîl dike di vê demê de, û dûrketina ji delîlên qanûnî yan ji xeynî wê jî, û wiha domand.. lê belê di ramanên min de ku meclisa cîgerên Lîbyayê ew e nûnerê qanûnî ye û ew axivî û daxweza destwerdana Mesrî kir.

Di heman demê de pêkhatinên eşîran daxwaza destwerdana Misrî kir bi her awayekê, ez texmîn dikim ku ev pir girîng e di vê demê de.

Pirofîsorê Zanista Siyasî Tariq Fehmî tekez kir ku hebûna Tirkiyeyê di Lîbiyayê de armac dike ku kontrolê vegerîne li ser herêmên biyayê de armac dike vegerîna kontrolê li ser herêmên  bingehîn di herêmê bi giştî de, û metirsî heye ji dirêjkirina vê pirojeya Tirkiyê ku di nirxandina min de ji projeya Îsraîlê yan ji projeya Îranê di herêmê de ne kêmtir xeter nake.

Back to top button