ManşêtNûçe

Talet Yunis: Divê hemû hêzên Sûriyê li hember planên dewleta Tirk bisekinin

Artêşa Tirk a dagirker siyaseta asîmîlekirinê li herêmên dagirkirî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Di vê dawiyê de li Ezazê bikaranîna lîreya Tirkiyê li şûna ya Sûriyê ferz dike. Her wiha gefan li şêniyan dixwe heke ev biryarê red bikin. Li rex wê jî li gel bêdengiya hikumeta Sûriyê bi rêya koçberkirina şêniyên resen demografiya herêman diguhere.

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê Talet Yunis diyar kir ku di vê dawiyê de dewleta Tirk bikaranîna lîreya Tirkiyê li şûna lîreya Sûriyê li şêniyên Ezazê ferz kir. Demekê ji bazirganan re diyar kir ku dev ji bikaranîna lîreya Sûriyê berdin. Her wiha rêveberiya zimhêrê ya Ezazê li ber vê biryarê tengav bû.

Yunis di nav gotinên xwe de destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker bi rêya vê siyasetê hewl dide berjewendiyên xwe yên aborî pêk bîne da ku daxwaz li ser lîreya Tirkiyê li herêmên dagirkirî zêde bibe. Bi taybet di dema ku dewleta Tirk di aloziya aborî re derbas dibe.

Her wiha Talet Yunis piştrast kir ku dewleta Tirk siyasetên xwe yên asîmîlekirina herêmê û guhertina demografiya herêmên dagirkirî didomîne û wiha domand: “Li şûna şêniyên resen şêniyên ji derveyî herêmê bi cih dike. Her wiha dewleta Tirk zimanê Tirkî li materyalan ferz dike, dîrok û çanda herêmên dagirkirî bi armanca çewisandina nasnameya wê û tevlikirina wê ji Tirkiyê re, berovajî dike.”

Yunis di nav gotinên xwe de îşaret bi rêbazên dewleta Tirk ên ku bi rêya wê dixwaze berjewendî û planên xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne kir û got: “Dewleta Tirk bi hinceta çeteyan derbasî axa Sûriyê dibe.”

Yunis got divê hikumeta Şamê li pêşiya planên dewleta Tirk ên dagirkirinê bisekine û wiha domand: “Hikumeta Şamê dibêje destwerdana li dijî axa wê û parçekirina axa Sûriyê xetên sor in. Lê li hember dagirkirina dewleta Tirk bêdeng dimîne.”

Di dawiyê de Talet Yunis pêwîstiya berxwedan û têkoşînê li hember dagirkeriya Tirk piştrast kir û got: “Em rê nadin dewleta Tirk a dagirker ku planên xwe li herêmê pêk bîne. Divê hemû hêzên Sûriyê li hember planên dewleta Tirk rawestin.”

ANHA

Back to top button