ManşêtNûçe

MÎT’ê li Efrînê jinek û 3 mêr revandin

Li gorî nûçeya ANHA’yê çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê diyar kir ku MÎT’a Tirk li navenda navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî 4 welatî revandin ku yek ji wan jin e.

Li gorî çavkanî, navên kesên hatine revandin wiha ne: Nûrî Mihemed Elî Îso (24), Îmad Mihemed Hemo (33), Mehmûd Seîd Casim El-Mihemed (34) û Îlham Mihemed Hesen (47).

Heman çavkanî da zanîn ku MÎT’a Tirk bi hincetên bêbingeh şênî revandin û hîna aqûbeta wan ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê dabû zanîn ku MÎT’a Tirk û çeteyên wê tenê di Tîrmehê de ji bo tengavkirina welatiyan, tirsandina wan û koçberkirinê 43 welatî li Efrînê revandine.

Back to top button