DaxuyanîManşêt

Şoreşa 19’ê Tîrmehê berdewam e heta pêkanîna Netewa Demokratîk

Salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser gelê me derbas dibe ya ku ji Kobanê li Rojavayê Kurdistanê destpê kir û hîn jîn berdewma e û nayê sekinandin heta bidestxistina xeyalên gelê me li bakur û rojhilatê Sûriya her wiha Sûriya bi giştî bi riya xurtkirina rêgez û felsefeya Netewa Demokrat, ev avahiya mezin wê bi îradeya gelan pêk bê, û bi xwîna bi deh hezarên şehîdan ji keç û xortên tê avdan zarokê gelê bi azadî û rûmeta xwe hevgirtî ne.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne ji valahiyekê hat, lê di encama avakirina mirovê azad bû, yê xwedî îradeya xwe, û xebeta bi deh hezarên salan bû li hemberî zilm, zordariyê, ji bo drûşmeya “Berxwedan Jiyan” e bikin têgehek, û zanibe ku jiyana azad nayê bidest xistin bêyî dayîna berdêla giran ji xwîna paqij û hewildanên mezin ji hêla civakek rêxistinkirî bi hemû beşên wê pêk were.

Birayar destpêkirina 19’ê Tîrmehê biryarek wêrek bû û ji bo hewcdariyên dîrokî pêk bînin ku cudahî avakir di nava jiyana azad an teslîmkirin, rûreşkirin û bidawî kirin, ew biryarek rast a dîrokî bû ku di rêça dîrokî ya gelê me de xalek zivirînê, hilbijartinek di navbera rejimek zalim de ku welatê xwe kir dojehek nayê tehemûlkirin, û fraksiyonên serhildêr dixebitin ku desthilatdariyê bi dest xwe bixin û pergala xîlafetê saz bikin ku destên dîrokê vegerîne hezar salên berê. Ji ber vê yekê gel gotina xwe got û îradeya xwe kir esas, û gav avêtin ber pêşî li ser riya têgeha sêyemîn ya ku xêz kiriye, her wiha têkbirina DAIŞ’ê bi saya Hêzên Sûriya Demokrat QSD îfade dibe ku ew şoreş e û xizmete ji bo tevahiya gelê Sûriya û ji bo mirovahiyê bi giştî.

Biryara rast di dema guncan de mîna tovek e ku di demsala xwe de hatî çandin, ew şîn dibe, dûv re mezin dibe, heta fêkiyên xwe bide, Rêveberiya Xwesre tê de hemû pêkhate azadin û îredea xwe îfade dikin, jinê rola xwe ya pêşengtiyê ji rêveberiya şoreşê pêk anî, ew jî li ser rêgezên azadiyê ya bi pêşketina têkoşîna jinê ku bû modelek ji bo avakirina Sûriya nû. Tiştek li pêşiya me nema ji xeynî li hemberî dijminê gel bisekinin, kar bikin li ser sererastkirina çewtiyên me û ji bermahiyên zîhniyetên kole ku bi sedsalan ji zilm û koletiyê mîras girtine, xilas bikin.

Lê belê, şoreşa 19’ê Tîrmehê li gorî hêzên dijber, nemaze dewleta dagirker a Tirk , lewma wan hewl da û hîn jî hewl didin ku projeya Neteweya Demokratîk û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hedef digre şoreşa me ya mezin banga wê kir, Ji ber vê yekê, dewleta dagirker a Tirk herêmên me Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, û talan kir, û ew projeya me dişopîne û ji bo vemirandina agirê şoreşa 19’ê Tîrmeh her tiştê heyî bikar tîne, ku pilan û komployan derdixîn û ji bo Başûr Kurdistan dagir bikin tawîzên erzan didin da ku destkeftiyên şoreşa me bi dest bixin û di warê siyasî û erdnîgarî de me dorpêç bikin, ji ber vê yekê, rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî ji bo her mirovê ku ji bo rûmet, azadî û mirovahiyê bang dike ku ji bin nîrê faşîzma Tirk xilas bibe bûye peywirek pîroz.

Em di meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat de 9’emîn salvegera şoreşa vîna Azad li gelê xwe pîroz dikin û em li ber deh hezaran ji keç û kurên vî gelî yên ku xwîna xwe feda kirin, û bi rêzdarî û minetdarî bejna xwe ditewînin  ji bo dayikên şehîdan ku giyanên xwe ji bo rûmeta gelê xwe pêşkêş kirin, em carek din soz didin gelê xwe ku heya gihiştina jiyanek azad û bi rûmet a ku ew dixwestin li ser riya şehîdan pêşve biçin, her wiha em bang li gelê xwe jî dikin bi hemû pêkhateyên wê ku hişyar bin ji şerê taybet ji hêla hêzên dijminê gelan, azadî û wekheviyê wan bi awayan pêk tîne, Yekem ji van belavkirina nakokiyan di navbera pêkhate û beşan de û heta di navbera heman malbatê de, ev şerê taybet gihîştiye rêjeya hevsengî bi her gavek ku ji hêla gelê me ve hatî avêtin, û em tekez dikin ku şorşa 19’ê Tîrmehê şoreşa hemû gelên bêriya azadiyê dikin, şoreşa Rojhilata Navîn ber bi demokrasî û azadiyê ve dikin.

Serkeftin hevalbendê gelên ku bi azadî û vîna xwe ya azad digir e

Rûmet û ebedî ji şehîdên me re, û şifayê ji birîndarên me re

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

18’ê Tîrmehê 2021

Back to top button