ÇalakîManşêt

Şndeyek ji Partiya Sûriya Pêşerojê serdana navenda partiya me kir

Şandeyek ji Partiya Sûriya Pêşerojê, îro di dîroka 29 Mijdarê serdana Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, li bajarê Qamşlo kir.

Şanda serdanê ji Cîgira Berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zozan Şemo, endamê buroya têkiliyên partiyê li Qamişlo Mowfeq El-Ehmed, endamê buroya rêxistina partiyê Zaher Şêxmûs, endama Meclisa Jinan Bêrîvan Seydo û Rîhab Mihemed cîgera seroka meclisa Qamişlo di partiyê de, pêk hat.

Şande ji aliyê “Rohat Melle Xelîl û Xelîl Osman”, hevserokên Nivîsgeha Têkiliyên Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD), û“Şêx Raxib El-Faris” endamê nivîsgeha têkiliyan û berdevka Meclisa Jinan a partiyê “Zehra Samû”, hatin pêşwazî kirin.

Her du aliyan li ser rewşa siyasî û geşdanên dawî li ser qada Sûriya bi giştî aixivîn.

Her wiha her du aliyan teqez kirin li ser giringiya pergala hevserokatiya hevbeş li bakur û rojhilatê Sûriya, ku bi saya wê Rêveberiya Xweser gelek destkeftî bidestxistin.

Partiya Sûriya Pêşerojê piştgiriya xwe diyar kir ji bo ji projeya Rêveberiya Xweser a ku di nav de tevahiya pêkhateyan ji Kurd, Ereb û Siriyan.

Di dawiya hevdîtinê de her du aliyan teqez kirin li ser hevkarî û xebata hevbeş di navbera tevahiya partiyên siyasî ji bo çareserkirina gelek dozên giring, her wiha biroşora hatin dayîn û wêneyên şehîdan ji hêla Partiya Sûriya Pêşerojê, ji partiya me re.

Back to top button
Close