ManşêtNûçe

SMJÊ bi boneya salvegera 7’an a qirkirina Êzidiyan daxuyaniyek da

Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) bi boneya salvegera 7’an a qirkirina 3’yê Tebaxa 2014’an a li ser ciaka Êzidî daxuyaniyek da.

Daxuyaniya SMJÊ wiha ye:

“Em dikevin 3’yê Tebaxa 2021, qurbaniyên qirkirina jin û jenosîda ku ser Êzîdiyan li herêma Başûrê Kurdistanê, Şengalê pêk hat û heya roja me ya îro berdewam dike, bi xemgînî û rêzdarî bibîr tînin.

Berî 7 salan 3’yê Tebaxa 2014’an, DAÎŞ û hevalbendên wê di nav çend hefteyan de bi hezaran Êzîdî bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Zêdeyî 7 hezar jin û zarok jî hatin revandin. Gelek jin û keç bi awayekî sîstematîk rastî tecawizê hatin û li bazarên koleyan ên bi taybetî hatine çêkirin wek kole hatin firotin. Heya niha, 2,800 ji wan jinan hîn wenda ne.

Civaka Êzîdî ya li Şengalê di sala 2014’an de ji êrîşên qirkirinê yên DAÎŞ’ê bi windahiyên mezin, rizgar bû û paşê jî gelek caran bû hedefa bi taybetî dewleta Tirk. Hebûn û azadiya Êzîdiyan di çavê Erdogan û hêviyên wî yên emperyalîst de xençerek e. Ev bi gefên heyî yên ji peymana ku 9’ê Cotmeha 2020’an di navbera hukûmeta Iraqî û hikumeta herêma Kurdistanê de hate gotûbêjkirin bi zelalî tê xuyakirin. Ev jî bi fermana Dewletên Yekbuyî ya Emerîqa û Tirkiyeyê bêyî tevlîbûna rêveberiya xweser a Êzîdiyan hate guftûgokirin û armanca wê ew e ku rêveberiya xweser û hêzên xweparastinê yên Êzîdiyan li Şengalê tune bikin. Careke din, divê Êzîdî ji bo berjewendiyên hewildanên kolonyalîst dev ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe bernedin. Ji xwe Gelê Êzîdî li dijî vê yekê bi awayekî çalak li ber xwe dide. Ji ber ku damezrandina avahiyên xweser ên demokratîk û hêzên parastinê bersiva gelê Êzîdî ye ku ji komkujiya dijmirovahî ya DAÎŞ’ê û qirkirina 74’emîn û jinkujiyê ku heta îro jî berdewam dike ye. Em ê nehêlin ku em tune bibin!

Em nahêlin ku mafê me yê diyarkirina çarenûsê wekî Êzîdî ji destê me bê girtin. Avakirina avahiyên me yên xweseriya demokratîk û hêzên parastinê temînata ewlekarî û berdewamiya hebûna civak û çanda Êzîdiyan e. Em tenê dikarin, xwe bi parastina hevûdu û bûna hêzek rêxistinbuyî biparêzin.

Bi taybetî weke jin, girîng e ku em li gorî rastiya xwe bibin yek û xwe bi rêxistin bikin da ku li dijî zordariya lir me di her warên jiyanê de têbikoşin. Em jiyaneke bê şîdet, xweser û azad dixwazin. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku mafê diyarkirina çarenûsa gelê Êzîdî û naskirina wê hebe.

ANF

Back to top button