ManşêtNûçe

Sînatoreke Amerîkî: Tirkiyê qanûnên mafên mirovan bin pê dike

Sînatora Amerîkayê Carolyn Maloney di peyemekê de ku ji wezîrê Karên Derve Pompeo re şand û tê de wiha got: “Dûrxsitina Tirkiyê a bi hezaran girtiyên siyasî  ji qanûna efûyê ya taybet re di dema belavbûna Koronavîrusê de binpêkirina qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan e.”

Tirkiyê di 14`ê Nîsanê de qanûnek derxist û tê de 90 hezar girtî serbest berda, lê tevî wê jî tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina li Koronavîrusê li ser bi hezaran girtiyên berê hatine girtin an jî li gorî qanûna”têkbirina terorê” hatine girtin, pêk neanî.

Di nava girtiyên ku qanûna efûyê li ser wan ne derbasdar e; parêzer, rojnamevan, siyasetmedar, mamoste, xebatkarên sivîl, hunermend û parêzvanên mafên mirovan.

Carolyn Maloney di peyama xwe de ya ku li ser tiwwetra xwe belav kir, bang li Pompeo kir ku zextê li hikumeta Tirkiyê bike da ku qanûna efûkirinê di ber çavan derbas bike û girtiyên siyasî ji bo sedemên mirovî, serbest berde.

 

Back to top button