ÇalakîManşêt

Silêmanî 1’ê Mijdarê Roja Berxwedana Kobanê ya Navneteweyî vejîn kir  

Li ser vexwndina ji nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriya li herêma Kurdistanê, û bi havkariya Foruma li dijî dagirkeriyê, bi dehan ji çalakvan, rewşenbîr û nûnerên aliyên siyasî roja Yekşemê (2020-11-1) tevlî sekneke bîranînê bûn ji bo berxwedana Kobanê li bajarê Silêmaniyê.

Di destpêkê de gotina destpêkê ji aliyê nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriya “Mervan Hesen” hat kirin di gotina xwe de bal kişand li ser berxwedana Kobanê ji Şeş salan ve, ya ku wê demê bi êrîşa hovane ya herî tirsnak û dijwar re rû bi rû mabû ji aliyê rêxistina terorê a cîhanê ya bi navê “DAIŞ” û li pişta wî dewleta Tirk e, bû sedema ku keç û xortên Kobanê û bi piştgiriya Yekîniyên Parastina Gel û Jin bi bingehên berxwedana dîrokî a efsanewî, ev berxwedana ku bû sedema yekbûna hemû kurdan bi her çar perçeyên wê di xendeqên rûmetê, û derî vekir ji bo çûna hêzên kurdistanî û bi taybet hêzên girîla û pêşmerge ji bo piştgirya Yekîniyên Parastina Gel û Jin ji vê berxwedanê.

Her wiha di daxuyaniya nûnerên Rêveberiya Xweswer a Bakur û Rojhilatê Sûriya” Em bi vê boneyê bang li hemû kurdistaniyan li cîhanê, her wiha hemû azadîxwaz û gelên di cîhanê de ku em hişyar û yekbin, û rihê berxwedana Kobanê vejîn bikin, îro ji me tê xwestin ku em yekbin û hevgirtina hev bikin li dijî terorê, ji ber ku terorê riyek din bir bêhtir hov û xwînrijtir, û hemû amûrên dewletê yên qedexkirî bi kar tîne û kuştina sivîlan û guhertina demografîk pêk tîne, ne tenê bû komek terorê, lê belê bû terora dewletek û delîlê mezin tiştê ku dewleta Tirk ji kuştin û guhertina demografî der heqê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriya pêk tîne”.

Ji aliyê xwe ve, Foruma li dijî dagirkeriyê axivî, di axafitna xwe de bal kişand li ser xeteriyên gefên Tirkiya li ser parçeyên Kurdistanê, ew tehdîd temsîl kir di piştgiriya rêxistinên terorê mîna DAIŞ’ê, lê anha dewleta Tirk sponsera seranser dike li ser hemû beşên terorê di destpêkê de ji tehdîdên berdewam li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriya heta Başûrê Kurdisatnê, daxwaz ji aliyên kurdistanî hat kirin ku hişyar bin ji cidiyeta xeteriyên Tirk li ser kurdistanê bi taybet û herêmên bi giştî.

Sekin bi berzkirina drûşmeyên ku şehîdan û berxwedana hêzên kurdî silav dikin bi dawî bû.

 

Back to top button