DosyaLêkolînManşêt

Şêx Ûbeydullahê Nehrî

Serhildana Şêx Ûbeydullahê Nehrî xwedî nasnameyeke olî-neteweyî ye û hemû çînên civaka Kurd di hewand. Şêx Ûbeydullah di nameyeke xwe de wiha dibêje: “Mafê Kurdan yê hilbijartinê û diyarkirina qedera xwe heye. Dewleteke serbixwe her wiha mafeke gelê Kurde jî.”

KAKŞAR OREMAR

Serhildana Şêx Ûbeydullahê Nehrî wek destpêka “bizava neteweyî li Kurdistanê” hatiye binavkirin. Di çavê biyanî û jêderên ku wan li pey xwe hiştine, Şêx Ûbeydulah wek rêberê serhildana Kurdan a sala 1880’an hatiye pênasekirin. Serhildan, ji wilayeta Hekarî û di serdema Împaratoriya Osmanî û Qacariyan da dest pê kiriye.

Dema şoreşê: Ji dawiya sala 1879 heya kanûna pêşîn a sala 1880’an.

Cihê şoreşê: Di dema çend mehan da hêzên Kurd karîn hemû erdê di navbera du golên Urmiye û Wanê da bêxin bin desthilatdariya xwe.

Bandora bizavê: Kar û xebatên ku beriya destpêka şoreşê ji hêla Şêx Ûbeydulah ve hatin kirin, hinek nasname û taybetmendiyên serhildanê ji serhildanên beriya xwe cuda dike. Ew serhildan di navbera dema pêş û piştî xwe re bû pirek lê bi pêngavên hatin avêtin, bêtir nêzî serhildanên li pey sala 1880’an bû. Bi wateyeke din ew bizava xwedî armancên siyasî, destpêka xebateke nû ya siyasî li Kurdistana mezin bû. Kar, awayê şervaniya şervanên Kurd ên du aliyên sinor, du zilhêzên wê demê xistin nava tengaviyek mezin. Du dewletên ku li dijî hev bûn û di dirêjahiya dîroka xwe ya çend sed salî de Kurda tenê amirazê detê wan bûn. Kurdên ku heya hingî wek hembalên du aliyan şerê hev dikirin da ku kursiya wan a desthilatdariyê berqerar bimîne, vê carê li dijî du aliyan bibûne yek û ji bo serxwebûna xwe şer dikirin. Karekî wiha ji hêla şêxekî terîqeta Neqşîbendî ve ketibû gerê. Ev jî destpêka karekî balkêş, nû û dîrokî bû.

Awayê şer: Amirazê destpêka serhildanê şerê çekdarî bû lê ji karekî wiha re berê zemînsazî jî hatibûn çêkirin. Rayedarên dewleta fasid a Qacarî li Mehabadê Hemze Axayê Mengor kuştin. Kesên ku salên dirêj bû hem hevalbendê şêx û hem jî mûrîdê terîqeta wî bû.

Hemze Axa kî ye?

Yek ji sernastirîn serokên eşîreta Mengor û neviyê Bapîr axayê Mengor e ku di sala 1880’an de li dijî Nasiredîn Şahê Qacar li Mehabadê dest bi şer kir û tev li şervanên Şêx Ûbeydulahê Nehrî bûye. Eşîra Mengor ji herêma Mukriyan û rûniştvanên herêmên Serdeşt, Pîranşar û Mehabadê ne. Serboriya wî ji zimanê dengbêjên Kurd ve wek “Beytî Hemze Axa” dewlemendiyeke wêjeya me ya devkî radixe ber çavan. Hemze axa di 1880’an de li dijî fesada îdarî ya Qacariyan rabû û di hemen salê de bi plana ku Emîr Nizam Gerosî (1922 -1899) jêre danîbû, li Mehabadê hate kuştin. E. N. Gerosî dîplomatê naskirî yê serdema Qacariyan û Kurdek ji bajarê Bîcar bû. Karê wî yê sereke serkûtkirina serhildanên li dijî dewletê bû. Ew hakimê wê demê yê bajarê Mehabadê bû û ji berê de plana kuştinê jî li cihê xwe yê karkirinê darêjandibû.

Salên serhildanê…

Li gor hinek jêderan dema serhildanê bi qasî salek û şeş mehan ajotiye û erdnigariyeke berfireh a axa Kurdistanê girtiye ber xwe. Rêbaz an jî nasnameya serhildanê olî-neteweyî bûye ku her du alî jî di kesayetiya rêberê serhildanê de hebûne. Şêx Ûbeydulah ji ber ku li herêmeke mezin a axa Kurdistanê xwedî otorîteya mezhebî bû, serhildana wî jî xwedî potansiyelek mezin bû ku pêre bikarîbe hemû çînên civaka Kurd di du aliyên sinorê welatê xwe yê perçekirî de li dijî dewleta Îran û Osmanî bîne ba hev. Ji ber van sedeman û pêşzemîneyên ji berê amadebûyî ku Şêx Ûbeydulah bi awayekî dûrbînane li ser xebitîbû, di demeke kurt de serhildan bû sedem ku pareke mezin ji axa Kurdistanê li Îran û sînorên Împaratoriya Osmanî azad bibe. Bi awayekê ku hêza leşkerî ya kurd ber bi Miyanduav û ji wira amadekariyên ji bo girtina bajarê Tebrêzê jî di plana hêzên Şêx Ûbeydulah de hebûn.

Sedemên şikestinê 

Sedemên sereke yên şikesta serhildanê ev her sê xalên bingehîn bûn:

1. Dîplomasiya bêrawestan a Rûsya-Birîtaniya ku agahdarî daxwazên şoreşgerên Kurd bûn. Wan çêbûna dewleteke Kurdî li dijî berjewendiyên xwe yên aborî-dîplomasî li herêmê dizanîn. Salên dirêj bû ku ew du dewlet bi Îran û Osmaniyan re di nava têkiliyê de bûn.

2. Hevdîtinên dîplomatîk di navbera du aliyên Îran û Osmaniyan de. Di wê rewşê de wan hemû pirsgirêkên xwe ji bîr kirin û li dijî serhildana Kurdên du aliyên sînor hevgirtinek di navbera xwe de çêkirin. Osmanî û îraniyan serhildana Şêx Ûbeydulah wisa li dijî xwe wek metirsî dihesibandin ku pirsgirêkên sedan salan ji bîr kirin û bi çêkirina protokoleke hevkariyê li dijî Kurdên şoreşger bûne yek.

3. Dubendiyên ku di navbera fermandar û serleşkerên hêzên şêxê Kurd de çêbûn. Karê ku beriya wê jî serhildana Mîrê Rewandiz û Mîrê Botanê rastî şikestê anîbû.

Hersê sedemên sereke bûn sebeb ku di dawiya sala 1881’an de serhildêrên Kurd li hemberî hêza pirçek a du dewletên mezin bi paşve vekişin û ber bi gundê Nehriyê li Şemzînan biçin ku navenda destpêkê ya serhildanê bû. Şêx Ûbeydulah vexwendî Stenbolê kirin û bi destûra sultanê Osmanî hate girtin û ew sirgûnî Erebistana Siûdî kirin.

Çend taybetmendiyên ber bi çav

* Şoreş di destpêka karê xwe de xwedî rêbertî yan jî serkêşiyeke olî-neteweyî ye. Di serhildanên berê de serkêş mîr û beg an jî xan û şêxên Kurd bûn ku zêdetir di fikra berjewendiyên xwe de bûn.

* Bi tedbîrên dûrbînane ji hêla Şêx Ûbeydullahê Nehrî ve ol û hîsên millî bûne yek û ketine xizmeta dozeke rewa ku ew jî “doza kurdîniyê û azadiya Kurdistanê”

* Bi vê serokatiyê re êdî doza “şoreşeke neteweyî” kete ser rêya xwe. Rêya ku heya îro jî berdewame.

* Berfirehbûna erdnîgariya serhildanê ku ji Wanê heya nêzî bajarê Meraxê li Îranê xwedî rûberekî mezin bû.

* Hevgirtina hêza Kurdan a di bin serokatiya şêxekî xwedî ol û terîqeteke dînî di Kurdistana paşdahiştî ya wê serdemê de. Karê ku heya sala 1880’an nehatibû dîtin û pêngava yêkê bû ku ji hêla Şêx Ûbeydullah ve dihate avêtin.

* Bi hêz û hezeke sirûştî û ji bo armancên dîrokî beşdarîkirina Kurdên her du aliyên sînorê Îran û dewelata Osmanî di şoreşê de.

* Mezinahiya şêxê Kurd hingî tê ber çav ku tikesî guhdarî fetwa û peyamên sultanê Osmanî nekirin. Sultanê ku xwe nûnerê xelîfeyê Îslamê dizanî.

* Di dema nêzî du salên serhildanê de karê berfireh yê dîplomasiyê ji hêla şêx ve ku li dijî bizava Kurdî karekî wiha bi germî di navbera Birîtanya, Îran û Osmaniyan da jî dihate meşandin.

* Axaftin û nivîsîna li ser mijarên weke: “Mafê diyarkirina qederê, mafê hilbijartinê, îradeya hilbijartinê û miletê kurd…” ku heya hingî mijarên wiha tenê ji aliyê Ehmedê Xanî ve îşare li ser hebû. Şêxê zana û siyasetmedar bi şiûreke siyasî ya bilind û bi cesareteke mezin li ser van mijaran ji gel re diaxivî û ji dewletên peywendîdar re jî dinivîsî.

* Di dema ku tenê “Îslam û mislimantî “ di çarçoveya sînorên du dewletên Îran û Osmanî de meşrû bû, şêxê kurd bi wêrekî û awayekî şefaf kurda wek “milet an jî netewe” binav dike û bi vî awayî wan ji miletên cîran cuda dike.

* Bi fêrmî nasnekirina sînorên destçêkirî yên ku li pey serhildana Kela Dimdim û şerê Çaldiranê, bi peymanekê li sala 1639’an ji hêla Îran û Osmaniyan ve hatibûn destnîşankirin. Sînorê ku axa Kurdistanê parçekiribûn û xêzek di navbera kurdan de pêkanîbûn.

* Di nameyên ku ji sefîrên Birîtaniya re hatine şandin, rêberê serhildanê behsa mafê miletê kurd ji bo pêkanîna dewleteke kurdî ya bi navê Kurdistan dike û bi berfirehî li ser wê mijara girîng axaftin heye.

l Xema giran a Rûsiye û Birîtaniya ji ber îhtimala zêde ya serkeftina serhildana Şêx Ûbeydullah û bi pêkhatina dewleteke kurdî re jî gûherandina sînorên di navbera du dewletên mezin ên herêmê de ku osmanî û qacarî bûn.

* Tevî ku serhildana şêx a çekdarî biser neket, lê berdewamiya şoreş an jî bizava siyasî ya kurdan. Ew karê han bû sedema bandora wê ya mayînde li ser serhildanên din ku ew agir heya roja îro jî hilkirî bimîne.

* Piraniya dîroknivîsên kurd û biyanî di wê baweriyê de ne ku şoreşa Şêx Ûbeydullahê Nehrî bi awayê xwe yê modern û nû bû destpêka serhildanên siyasî-millî li Kurdistanê. Serhildana ku nasnameya wê ya kar û xebatê ji serhildanên beriya xwe cuda dike û nêzî daxwaz û xwestekên serdema nû ye.

Rêberek û daxwazên neteweyî

Li pey duparkirina axa Kurdistanê li sala 1639’an û şûnde rêberekî mîna Şêx Ûbeydulah yekemîn kes bû ku bi hinek pirensîbên dîplomatîk, nivîsandina nameyên tije daxwaz û peyamên siyasî li gel sefîr û nûnerên Birîtanya, Babê Aliyê Osmanî û padişahên Îranî dikeve nava peywendiyan û li ser “mafê diyarkirina qederê” gelê xwe diparêze. Di nameyên wî de serdêr û navên wiha hebûn: “Mafê Kurda yê hilbijartinê, Kurd û diyarkirina qedera xwe, neteweya Kurd, mafê pêkanîna dewleteke serbixwe ya Kurd.”

Daxwazên ku bûne sedem da ku Osmanî û Îranî bi tirseke mezin li dijî daxwazên şêxê Kurd helwesta xwe bigûherînin.

Ji wê serhildanê û şûnda “xwenaskirin û geşkirina hîsên millî” di nava Kurdan de bêtir ji salên berê ketin liv û lebatê. Bi xwe bawerî ya Kurdan wek neteweke cuda ji Ereb, Tirk û Farisan bû sedem ku bizava siyasî li Kurdistanê bikeve ser rêya xwe ya esasî. Bizava ku heya roja îro jî sal bi sal rêya wê berfirehtir bûye.

Taybetmendiya pir ber bi çav a kesayeta Şêx Ûbeydullahê Nehrî ew e ku tevî bihêzbûna aliyê ayînî yan jî olî yê kesayeta serkêşê şoreşê, lê wî hemû hêza xwe ya mezhebî xistiye xizmeta doza Kurd û Kurdistanê. Şêx oldarekî netewehez bûye û serhildana wê xwedî proseseke netewesaziyê bûye. Li ser esasê daxwazeke wiha gel hem pê bawer bûye û hem jî jê hez kiriye.

Xala duyê jî ew e ku di wê serdemê de hemû eşîretên Kurd ên du aliyên sînor bi fetwaya Şêx Ûbeydullahê Nehrî (Şemzînî) bûne yek û tenê ji bo armancekê li dijî Îranê destê hevkariyê dane hev ku ew jî azadkirina axa Kurdistanê bû. Di şertên wiha da ew kar hem ji bo gel û hem jî ji bo serkêşên şoreşê şansekî mezin û dîrokî ye. Çimkî hêz di asteke bilind de dikeve xizmeta armancekê ku ew jî serxwebûna Kurdistanê ye.

6

Back to top button