ManşêtNûçe

Şerîfa Hesen: Şopandina rêya felsefeya rêbertî rêya rizgariyê ye

Têkildarî tecrîda li ser rêberê Abdullah Ocalan, Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Şerîfa Hesen got gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî de dijî û ew ê çarenûsa herêmê diyar bike, ji ber wê jî dewleta Tirk êrişên xwe di hemû aliyan de zêde dike û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan giran dike. Şerîfa wiha domand: “Dewleta Tirk baş zane ku gelê Kurd ji bo felsefeya li ser esasê zanabûnê hatiye avakirin tê dikoşe û gihatşiye baweriyekê ku şopandina rêya vê felsefeyê rêya rizgariyê ye.”

Girêdayî siyasetên tecrîdê ku dewleta Tirk li dijî rêber Abdullah Ocalan feriz dike, Şerîfa destnîşan kir ku dewleta Tirk naxwaze tu pêşniyarên ku gelê herêmê bi rê ve bibe ji Îmraliyê derkevin û ji ber vê yekê jî şerê xwe yê taybet li djiî herêmê zêde dike û tecrîda li ser rêber Ocalan girantir dike.

Têkildarî bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî û mirovî der barê bûyerên ku li Îmraliyê çêdibin de, Şerîfa ev nirandin kir: “Peymanên veşartî yên dewletan hene û ew hevalbenda tişta ku çêdibe. Hevkariya dewletan bi hev re ku rêber Ocalan dîl were girtin mînaka vê yekê ye û îsbat dike ku wan der barê bikaranîna yek siyasetê de li hev kirine.”

Şerîfa wiha axaftina xwe domand: “Plan û lîstokên ku li dijî rêber Ocalan têne kirin, hene. Ji ber hêzên navneteweyî dijberî fikrên rêbertî ne ku gelê me di oxira bidestxistina mafên xwe de, tê dikoşe. Stratejiyeke wan a eşkere heye û berjewendiyên wan di ser her tiştî re ne. Nezelalkirina rewşa tenduristiya rêber Ocalan heta niha vê yekê piştrast dike.”

Şerîfa got dewleta Tirk êrişên xwe li ser çiyayên Kurdistanê zêde kirin da ku çavên gel li ser tişta li Îmraliyê diqewime, bigire.

Şerîfa Hesen piştrast kir ku rastiya dewleta Tirk ji her kesî re eşkere ye, naxwaze ku tecrîd were rakirin, dewletên komploger hevalbenda van biryara ne û piştrast kir ku ev siyaset dê tu carî wan ji rêya berxwedan û têkoşînê dûr nexe.

ANHA

Back to top button