ManşêtNûçe

Şêniyên taxa Tey vedigerin malên xwe

Piştî ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst girt, şêniyên taxa Tey ku ji ber şerê di navbera çeteyên Dîfaa El-Wetenî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ji taxê derketibûn, vegerîn malên xwe.

Li gorî nûçeya ANHA’yê Ji saetên sibehê ve wesayitên sivîlan ji çerxerêya El-Wehdê ya Qamişlo bi rê ketin û li ser beşan ketin taxa Tey.

Duh, Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek dabû û tê de bang li şêniyên ku dixwazin vegerin malên xwe kiribû ku berê xwe bidin nuqteyên elwehiyê da ku derbasbûna wan bê ewlekirin.

Back to top button