ManşêtNûçe

Şêniyên Şedadê sûca ku endamên jin li Deşîşa hedefgirt şermezar kirin

Bi sedan ji şêniyên navçeya Şedadê roja duşemê di dîroka 2021-1-25 derketin xwepêşandanek mezin ji bo şermezarkirina sûca ku li dijî endamên jin di Rêveberiya Xweser li bajarê Deşîşa li ser destê terorîstên DAIŞ, bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl di herêmêa Cizîrê de.

Bi sedan ji şêniyên navçeya Şedadê derketin xwepêşandanekê bi beşdarbûna saziyên sivîl li herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina sûcên ku îradeya jinê hedef digre, bo şermezarkirina sûca ku terora DAIŞ’ê li navçeya Deşîşa der heqê hevseroka hevbeş ya meclisa navçeya “Seda El-Hermas” û cîgera wê “Hind El-Xidêr” pêk anîn.

Xwepêşandan ji pêşiya Meclisa navçeya Şedadê derket û di kolanên navçeyê de meşiyan, bi berzkirina dirûşmeyên ku şehîd û berxwedana jinê silav dikin, heta gihaştin qada Cibisa ya giştî.

Piştre bi navê Meclisa kantona Hesekê hevseroka hevbeş Semer Edullah axivî û zelal kir: Ku şehadeta her du hevalan Hind û Seda li ser destê xiyanetê, sûce ku eniya mirovahiyê şermezar dike, her wiha dîwarê hemû araf, qanûn û pernesîbên mafên mirovan û hemû şerîetên ezman xist.

Semer Ebdullah tekez kir: Ev sûca hovane li ser destê komek ku ne girêdayî mirovahiyê ne, xwe kir hakim û dadger bi armanca şkandina vîna jina azad.

Her wiha bi navê Kongreya Star li Hesekê Nîda El-Salih axivî û di gotina xwe de wiha got: Bi rihê her du şehîdan Hind û Seda em hemû şehîdên jin ên azadiyê bibîr tînin yên ku nexşeya welat bi xwîna xwe nivîsandin û rê li pêşiya hemû jinan vekirin ji bo ber bi azadî û rûmetê bimeşin.

Nîda wiha domand, îşaret kir li ser gotina rêber Ebdullah Ocelan: Şoreşa ku jina nehewîne di refên xwe de ew ê nikaribe serkeftinê pêk bîne, û her pêşketinek ku cihê jinê tê de tune be wê ne serkeftî be.

Xwepêşandan bi berzkirina drûşmeyên ku berxwedana jinê û şehîdan silav dikin bi dawî bû.

  

   

Back to top button