ÇalakîManşêtNûçe

Şêniyên Qamişlo salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û nûnerên partiyên siyasî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê li stada şehîd Heysem Kaço li bajarê Qamişlo pîroz kirin.

Pîrozbahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê dest pê kir û piştre jî ji aliyê endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarê Qamişlo “Sabir Mihemed” ve axaftinek hat pêşkêşkirin, tê de 15’ê Tebaxê roja vejînê li rêber Abdullah Ocelan, şehîdên azadî û rûmetê û malbatên wan, azadiya girtiyan, şervanên eniyên şer û hemû gelên herêmê ye pîroz kir.

Sabir Mihemed di kesayeta şehîd Rêber Ekîd (Mesûm Qurmaz) de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî û got: “15ê Tebaxê Roja vejînê ya gelê Kurd, hemû gelên Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê ye.”

Mihemed da zanîn ku 15’ê Tebaxê ne tenê ji bo Kurd e, lê ji bo tevahiya mirovahiyê bûye hêviyek û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila her kes bizane ku Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro bi vê têkoşînê rûmeta hemû gelê Sûriyeyê parastiye û ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiriye.”

Ji aliyê xwe ve endama Yekîtiya Jinên Ciwan a kantona Qamişlo “Rîm Dîdî” axaftinek kir û wiha got: “Dema ku jin xwedî fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocelan be, ne mimkûn e ku serî bitewînin û koletiyê qebûl bikin, ji ber vê yekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi taybet li ser jinan zêde dibin. Lê bila baş bizanibin ku gelek serokên me Akîd, Mezlûm, Sakîne û Fîdan in û ew ê dagirkeriyê qebûl nekin û teslîmî wê nebin.”

Rîm di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku weke ciwanên ku pêşengiya wêneya Rojava kirin, wê sala 39an a pêngava 15’ê Tebaxê bibe sala serketina gelê Kurd û têkbirina dagirkeriyê û sala azadiya rêber Abdullah Ocelan ji girtîgeha Îmraliyê.

Piştî axaftin bi dawî bûn, ji aliyê komên dîlan û stranan ve pêşandanên hunerî hatin pêşkêşkirin û dîlan hat gerandin.

Back to top button