ManşêtNûçe

Şêniyên Qamişlo êrîşên Tirkiya li ser Herêmên Parastina Rewa şermezar kirin

Bi sedan ji şêniyên bajarê Qamişlo, endamên saziyên sivîl û malbatên şehîdan îro derketin meşekê di bin drûşmeya” Meşa rûmetê li dijî dagirkeriyê û îxanetê”, ji bo şermezarkirina êrîşên Tirkiya li ser herêmên parastina rewa û li ser başûrê Kurdistanê di demên dawî de.

Meş ji çerxereya Şerqî li bajarê Qamişlo destpê kir heta çerxereya Sonî, beşdaran di meşa ku ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan hat rêxistin kirin li bajarê Qamişlo drûşmeyên ku “berxewdana hêzên Gerîla silav dikin” berz kirin, her wiha drûşmeyên “Na ji dagirkeriya Tirk re na ji îxanetê re”.

Dema gihaştina xwepêşandaran li çerxereya Sonî, deqeyek rêzgirtin sekinîn ji bo giyanê şehîdan, piştre hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarê Qamişlo “Mesûm Hesnefî” axivî, di gotina xwe de tekez kir li ser piştgiriya berxwedana Gerîla li dijî dagirkeriya Tirk re, her wiha îxaneta “Partiya Demokratîk a Kurdistanî”, û tevlîbûna wê di êrîşa li ser Hêzên Parastina Gelêrî şermezar kir.

Wekî di îşaret kir ku armanca dagirkeriya Tirk ji van êrîşan, hilwişandina deskeftiyên gelê kurd e, û têkbirina tiştê ku hatin bidestxistin li herêmên bakur û rojhilatê Sûriya.

  

Back to top button