Îro di dîroka 5’ê Eylûnê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD xwepêşandanek girseyî li dar xist, di bin drûşmeya “Meşa rûmetê li dijî dagirkerî û îxanetê”, ji bo şermezar kirina êrîşên Tirkiya li ser herêmên Parastina rewa, her wiha saziyên sivîl û desteyên girêdayî Rêveberiya Xweser tevlî xwepêşandanê bûn.
Xwepêşandan ji xala kombûnê destpêkir “Dermanxaneya Daham” li bajarê Qamişlo, berê xwe dan avahiya Komîseriya Netewên Yekbûyî li bajar, di nava berzkirina drûşmeya ” Na ji dagirkeriya Tirkiyeyê û na ji îxanetê re” û şermezar kirina faşîzma Tirkiya û êrîşên wê yên hovane li ser herêmên Parastina Rewa.
Xwepêşandaran li pêşiya avahiya Komîseriya Netewên Yekbûyî deqeyek rêzgirtin sekinîn ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê, piştr ” Welîda Botî” axivî bi navê Kongreya star tê de êrîşên Tirkiyeyê û hovîtiya wê li dijî Herêmên Parastina Rewa û bombebaran wê ya domdar ji bo dagirkirina wan herêman, şermezar kir.
“Wlîda Botî” daxawaza berdana rêber Abdullah Ocelan kir, her wiha bang li civaka navdewletî û rêxistinên mafên mirovan kir ku helwesteke cidî li hember dagirkeriya Trkiyeyê û êrîşên wê bigrin.
“Wlîda Botî” endama Kongreya Star destnîşan kir ku gel di berxwedan û têkoşînê de berdewam e û ew yek deste li djî dagirkeriya Tirk heta bidstxistina mafên xwe.