ManşêtNûçe

Şêniyên Kobanê êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar kirin

Îro di dîroka 13’ê Poşperê, bi hezaran ji şêniyên bajarê Kobanê û navçeyên wê, derketin xwepêşandanên gelêrî, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmê.

Bi hezaran ji şêniyên Kobanê li qada “Arîn Mîrkan” kom bûn, pankartên li ser nivîsên” Bijî berxwedana Gerîla û çiyayê Kurdistanê, bijî berxwedana bakur û rojhilatê Sûriya” hildan.

Di der barê xwepêşandanê de hin gotin hatin kirin ji hêla “Mihemed Şahîn” serokatiya Meclisa Rêvebir li herêma Firatê, “Hemîd El-Ebdi” hevserokê kantona Girê Spî.

Gotinan kiryarên dewleta Tirk a faşîzim û çeteyên wê li herêmê şermezar kirin, wekî din binpêkirin û hedefgirtina wê ji herêma Kurdistanê û herêmên bakur û rojhilatê Sûriya bi taybet gundên Şehbayê û kampên koçberkirina bi zorê, û hedefgirtina herêmên sivîlan.

Gotinan banga rawestandina li hember êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, li Meclisa Ewlehiyê, Netewên Yekbûyî, hemû partiyên siyasî û rêxistinên mafên mirovan kirin.

Her wiha bang li gelên bakur û rojhilatê Sûriya û gelên herêmê kirin, ku asta têkoşînê bilind bikin li dijî dijminê rastîn yê gelên azadîxwaz, edalet û Demokratîkê.

   

   

Back to top button