ÇalakîManşêt

Şêniyên Helebê sersaxî ji malbatên şehîdan “Zeyneb Mihemed”, “Yilmaz Şero” û “Nûrî Yekta” re xwestin

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê beşdarî merasîmê şehîdan, şehîd “Zeyneb Mihemed”, şehîd “Yilmaz Şero” û şehîd “Nûrî Yekta” bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir.

Piştre gelek gotin hatin pêşkêşkirin, di nav de gotina “Ayşa Hiso” endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk.

Di axaftina xwe de wiha got” Her ku yek ji şêniyên me şehîd dibin ruhê berxwedanê li gel me zêdedibe.

Hiso herwiha got: Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî îradeyeke bihêz in û amade ne ku her tiştê xwe ji bo azadî û jiyana hevbeş bikin qurbanî.

Di dawiya axaftinan de axaftvanan ji malbatên şehîdan re soza şopandina riya wan heta gihiştina Sûriyeke demokratîk û rizgarkirina hemû xaka dagirkirî dan.

 

Back to top button