ÇalakîManşêt

Şêniyên Girkê Legê li dijî dagirkerya Tirk xwepêşandanek li dar xistin

Duh Çarşembê 23’ê Eylûnê bi sedan ji şêniyên navçeya Girkê Legê û gundên li der dora wê li dijî dagirkerya Tirkiyê û çeteyên wê derketin.

Xwepêşandan pankartên ku dagirkeriya Tirkiyeyê û sûncên wê şermezar dikin hildan,û bang li civaka navneteweyî kirin ku destwerdanê bikin da ku destdirêjiya Tirkiyê li dijî gelê Sûrî rawestînin.

Di xwepêşandanê de ya ku ji hêla Partiya Yekîtiya Demokrat û Hêzên Civakê, endamê meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat Ebd El-Kerîm Sarûxan got: Berxwedana li dijî dagirkeriyê û hêzên terorîst erkeke neteweyî ye ku li ser her welatparêzekî azad tê ferz kirin, û ew berxwedan û qurbaniyên ku ji bo azadî, demokrasî û jiyana hevbeş di nav pêkhateyên Bakur û Rojhilata Sûriyê de hatine dayîn ew in ku gelên herêmê hişt ku bibin yek ji bo parastina destkeftiyan û şerê hêzên xerab ên ku welat wêran kir

Sarûxan tekez kir li ser pêwistiya yekîtiya refa kurdî û yekbûna pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî dagirkeran û hêzên terrorist, wiha lê zêdekir ku riya tekane ji bo rizgarkirina herêmên dagirkerî ew e kombûna refan di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê yên bi hev re ji yan dikin.

Di dwaî de xwepêşandaran daxwaz kirin ji civaka navdewletî,Rûsiya û Emerîka bi pêwistiya sînorekî ji binpêkirinên terorîstan deynin yên ku dewleta Tirk û komên terorîst pêk tênin.

     

 

Back to top button