ManşêtNûçe

Şêniyên Eyn Îsayê daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan kirin

Di bin drşûmeya” Bê serok jiyan nabe” îro di dîroka 7’ê berfenbar de, şêniyên bajarokê Eyn Îsa û koçberên Serê Kaniyê û Girê Spî xwepşandan kirin, ji bo şermezar kirina tecrîda li ser rêber Ocelan.

Bi tevlîbûna rêvebrî û endamên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, xwepêşandan ji çerxerêya “Polîsa Leşkerî” destpê kir heta çerxerêya “Şaredariyê”, şêniyan pankartên li ser nivîsên “Bê serok jiyan nabe”, “azadiya serokatî azadiya civakê ye” hildan, di nava drûşmeyên ku berxwedana rêbertî silav dikin.

Xwepêşandan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan, piştre bi navê gelê kantona Girê Spî “Salih Hecî” axivî û di axaftina xwe de got:

Divê dewletên Cîhanê û rêxistinên mafên mirovan, zextê li dewleta Tirk bikin ji bo rakirina tecrîda ferzkirî li ser rêber Abdullah Ocelan.

Destnîşan kir: Em ê li ser şopa berxwedanê bidomînin û têkoşîna xwe berfireh bikin heta bidestxistina azadî û demokrasiyê.

Xwepêşandan bi berzkirina drûşmeyên ku berxwedana Îmralî silav dikin bi daewî bû.

Back to top button