DaxuyanîManşêt

Şengal birîneke nayê jibîr kirin

Di van rojan de salvegera salane ya heftan ji qirkirina entîkî ya ku der heqê gelê me yê Êzdî pêk hat derbas dibe, û ya ku gelê kurd wê hesiband bi fermana 73’yan. Ew qirkirina ku bûye birînek bê çare di dilê gelê kurd de, hîn jî ev rastî veşartî ye li ser gelê kurd û raya giştî, ji bilî qurbaniyên ji şehîdan û kesên veşatî ku ew hatine dîl girtin ji jinan, keç û zarok ku hîn çarenûsa wan ne diyar e, û di her demekê de gorên komî tên dîtin li Şengal û derdora wê.

Qirkirina Şengal bû biryarek hat kirin ji hêla hin aliyan hevdîtin dikin bi awayekî veşartî û eşkere, piştre lihevkirin bi awayekî veşartî bi derketina DAIŞ’ê û çawaniya mijul kirina pê re û bikaranînan wê, û raya giştî ya kurd û cîhanê hîn jî hûrgiliyan wê nizanin, û bêyî eşkere kirina wan hûrgiliyan lîstkvanê rastîn yên wan kumkujiyan nayê eşkerekirin û edaleta ku gelê kurd û Êzdî dixwaze pêk naye,  heta ku lêpirsîneke bi rûmet pêk bê li ser tevahiya aliyên amadekirin, bicihanîn û encamên wê qirkirinê.

Di demên dawî de hin Perlemanên Ewropî ev kumkujî nas kir ku ew qirkirina entîkî ye der heqê Êzdiyan, ew pêşketineke giringe, gelê Kurd ev weke hewldaneke pesindanê wergirt, lê têrê nake, ji ber ku DAIŞ weke amûreke hat bikaranîn ji bo pêkanîna hin siyasetan ku xizmeta berjewendiyên wê dike, lîstikvanê rastîn ew e yê ku ew amûr bikar anî û hîn jî berdewam dike, û tenê şermezar kirina amûr bêyî tu muhasebekirina lîstikvanê rastîn tê wateya veşartina sûcdarên rastîn yên ku dudilî nebin ku bêtir sûcên li dijî mirovahiyê bikin.

Gelê Êzîdî yê ku berxewda û hewildanên îmhakirina wê ji Şengalê têk bir, her wiha Rêveberiya xwe damezirand li gorî qanûn û destûra Îrqaî, hîn jî li hember kiryarên hov tê ji hêla aliyên herêmî bi armanca temamkirina kiryarên DAIŞ lê bi wesîleyên din, ew êrîş gihaşt hemû Êzdiyan li hemû devera hebûna wan, mîna herêmên Şêxan û gundên bakur yên xwe sipartinê li herêma Kurdistsnê, heta herêmên Efrîna dagirkirî ji hêla faşîzma tirk ya ku gundên Êzdiyan vala dike ji şêniyên wê û mizgeftan ava dike ji bi cîhadîstan her wiha avahiyan ava dike bi darayên Ewropî.

Damezirandina Rêveberiya Xweser ya Demokratîk ji hêla gelê Şengalê li herêmên wê mijareke rewa ye di nava destûra Îrqaî, û divê tevahî hêzên demokratîk yên rêzgirtina mafên mirova û civakan dikin piştgiriya vê destkeftiyê bikin û kar bkin li ser xurtkirina vê modelê, û xebat bike li ser alîkariya Êzîdiyên koçber ji bo vegerin welatê xwe, û pêşkêş kirina tiştê lazim ji bo avakirinek bi ewle ji kesên vegerin Şengalê.

Em di Meclisa Partiya Yekîtiya Demokratîk de, dibînin ku qirkirina entîkî ya ku der heqê Êzîdiyan pêk hat, ew parçeyeke ji qirkirina entkîkî ya domdar der heqê gelê kurd e bi giştî, ew qirkirina ku ne hatiye rawestandin belê, ew li gorî şert û mercên sûcdaran bi rêz û qonax têne meşandin, ev qirkirin nayê rawestandin heta ku gelê kurd zanibe rastiya kiryarê li dijî wê pêk tê, û heta ku hêzên cîhanî faşîzma Tirk, ya ku bi çek, karîn û pereyên xwe şer dike, bernedin, divê ev hêz îsbat bike ji raya cîhanê û ji gelên xwe re ku ew ne alîkare di kiriyarên ku ev faşîzm pêk tîne, ya ku bûye karîsetek li ser gelê herêmê û gefek ji Netewên Yekbûyî ye di riya îbtîzaza ku pêk tîne li ser hikumetên wê, eger sînor jê re neyê danîn wê dijminatiya xwe zêde bike mîna Osmaniyan berê.

Em her weha bang li hêzên cîhanî û raya giştî ya cîhanî dikin ku tişta pêwîst bikin ji bo vegera bi ewle ya hemî Êzîdiyan li ser axa xwe.

Careke din, em tekez dikin ku em êş û janên gelê xwe yê Êzîdî parve dikin, û em bawer dikin ku serketin dê bibe hevalbendê gelê me yê Êzîdî.

Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2021-8-2

Back to top button