ÇalakîManşêt

Semînerek li başûrê kurdistanê bi boneya roja cîhanê ji bo tundiya li dijî jinê

Di nava rêzçalakiyên û semînerên nûnertiya Kongreya Star li Başûrê Kurdistanê, bi boney a(25 Mijdarê) roja cîhanê ya li dijî tundiya li ser jinê, û di bin drûşmeya” Na ji dagirkerî û qirkirinê, bi hev re jin û jiyanê biparêzin” Nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriya li herêma Kurdistanê” Nûaşan Hisên”, roja Şemiyê 11/14, semînerek ji bo civaka Rojava li gundê Toosoran ya girêdayî herêma Raniya li parêzgeha Silêmaniyê da.

Destpêkê û piştî rawestandina deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan, Nûrşan Hisên li ser roja 25 mijdarê axivî, û li ser awayên cuda li dijî jinê bi giştî û jina kurd bi taybet.

Wiha domand ku diyardeya tundiya li dijî jinê diyardeyek cîhanî ye û ne taybet bi civakekê an netewekê ye, û ev diyarde li hinek civakan kêm bû lê mixabin di civaka kurdî de û hin civakên din de pêşket, û got ku fikr û felsefeya rêber Ocelan bû hêviya jinan, û îro bi saya fikr û felsefeya Ocelan jin bûn hêzek di Rojhilata Navîn de hemû jin bi wan serbilindin.

Her wiha bal kişand li ser şervanên kurd di berxwedana Rojava, û got ku şervanên jin ên kurd bûn cihê serbilndahiya civaka kurd û bi taybet jinên kurd, şervanên jin ên kurd ji hemû cîhanê re îsbat kir ku jin ne kêmî zilamane û rola wan ya sereke di şerê li dijî DAIŞ’ê û şkandina ev hêza terorê hebû.

Semîner bi vekirina deriyê nîqaşê ji hêla beşdaran bi dawî bû.

Back to top button