ManşêtNûçe

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst ê Misrê: PKK partiyeke ji bo Kurdan têdikoşe

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ehmed Beha El-Dîn Şaban ku tevlî kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya terorêbû, diyar kir PKK partiyeke ji bo Kurdan têdikoşe û li dijî DAIŞ’ê jî têkoşîneke dijwar daye û got: “Li ser kuştina Olof Palme re PKK’ê xistin lîsteya terorê, lê derket ku ti peywendiyeke wê pêre nîne. Ji ber vê ez bi dilgermî piştgirî didim  kampanyaya kesayetên xwedî xelata nobelê ya ji bo PKK’ê û Însiyatîfa Qahîreyê ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan.”

Kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ ya Meclîsa Medya Dijîtal a Kurdistanê bi beşdariya gelek siyasetmedar, rayedar, rewşenbîr, nivîskaran berdewam dike.

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ehmed Beha El-Dîn Şaban jî piştgiriyeke xurt da kampanyaya ‘Însiyatîfa Navnetewî ya dadwerî ji bo Kurdan’ û ya Meclîsa Medya Dijîtal a Kurdistanê ya ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê û azadiya rêber Abdullah Ocalan.

Şaban diyar kir sedemên ku PKK’ê pê hatibû tawanbarkirin, piştî salan derket ku ti peywendiya xwe bi PKK’ê re nîne û got: “PKK ji ber kuştina serokwezîrê berê yê Siwêdê Olof Palme bi neheqî hatibû tawanbarkirin. Di sala 2020’an de doza Palme hate girtin û derket ku ti peywendiya Kurdan bi kuştina wî re nîne.”

Ehmed Şaban da zanîn PKK ji bo mafên Kudan têdikoşe û wiha pêde çû: “PKK ji bo mafên Kurdan têdikoşe. Gelê Kurd ji bo azadiya xwe û bidestxistina mafên xwe yên mirovî têdikoşe. Her wiha PKK têkoşîneke dijwar li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê meşand. Her wiha nehişt herêmeke fireh a Sûriyê ji aliyê DAIŞ’ê ve were dagirkirin.”

Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ehmed Beha El-Dîn Şaban destnîşan kir ku heya niha jî di dîroka PKK’ê de ti çalakiyeke terorîstî li ser PKK’ê ne hatiye îspatkirin û got: “Lê li dijî hewldanên têkdana aşitiyê têkoşaye û rawestiyaye.”

Ehmed Şaban da zanîn PKK weke rêxistinineke terorîst di lîsteyê de hiştin, zirarê dide doza wê û girseya ku piştgiriyê didiyê û got: “Em bi dilgermî piştgirî didin însiyatîfa aştiyane ya hêja ku ji hêla hejmarek xwediyên xelata Nobelê, nivîskar, zanyar, çalakvanên aştiyê, parlamenter, hiqûqnas û hunermendan ve di bin sernavê ‘Însiyatîfa Dadwerî ya Navnetewî ji bo Kurdan’, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê. Her wiha piştgiriyeke bihêz didin însiyatîfa aşitîxwaz ya berê li Qahîreyê ji bo azadkirina Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin.”

ANHA

Back to top button