Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê, bi boneya salvegera 17’emîn a şehadeta rêheval Şîlan Kobanê û rêhevalên wê, civînek rêxistinî ji endamên partiyê re li Helebê li dar xistin.
Di destpêka civînê de, endama meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk “Roşîn Mûsa” bixêrhatina beşdaran kir.
Piştî deqeya rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê, endamê Meclisa Giştî yê partiyê “Bedran Hemo” axivî û got: “Wateya bexwedanê ew e ku mirov riya heqîqetê hilbijêre û tê de bimeşe, û ti astengî di riya wî de nikarin li ser vê riyê vegerîne.”
Diyar kir: “Şehadeta şehîd Şîlan û rêhevalên wê bi destê zihniyeta şofînî û ajanan hat, û armanca armanckirina wan şikandina vîna gelê me bû, lê ew nikarîbûn bigihêjin armanca xwe, lê îsrar û ruhê berpisyariyê zêde bû.”
Bedran Hemo her wiha got: Em endamên partiyê soz didin şehîd Şîlan Kobanê û rêhevalên wê ku li ser şopa wan bimeşn û projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji bo avakirina paşerojeke geş ji bo gelên welat bê cudahî bi dest bixin.