ManşêtNûçe

Sedir: Tirkiya bi awayek ne rewa axa Iraqê bombebaran dike

Serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, derbarê êrişa dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê de, li ser Twitterê peyamek belavkir.

Sedir di peyama xwe de diyar kir ku wê Iraq li beramberî dubarebûna bombebaranên dewleta Tirk bêdeng nemîne.

Her wiha Sedir dibêje, “Tirkiyeya cîran bi awayek ne rewa û bê hincet axa Iraqê bombebaran dike. Ger Tirkiye ji nava xaka Iraqê metirsiyek li ser xwe dibîne, pêwîste li gel hikûmeta Iraqê hemahengî bike. Ji bo bi dawîanîna vê metirsiyê ew jêhatina hêzên ewlehiyê yên Iraqê heye.”

Muqteda Sedir di peyama xwe de diyar dike “Ger ev êriş dubare bibin, ew ê bêdeng nebin, ji ber ku Iraq dewletek serbixwe ye. Destdirêjiya li ser ax û ewlehiya xwe qebûl nake.”

ANHA

Back to top button