ÇalakîManşêt

Saziyên Rêveberiya Xweser li Şedadê 47 şehîdên Hêzên Sûriya Demokrat bibîr anîn

Roja Yekşemê 17’ê çileyê de, saziyên Rêveberiya Xweser 47 şehîdên Hêzên Sûriya Demokrat yên canê xwe feda kirin ji bo azadî û demokrasiyê bibîr anîn, bi dehan ji saziyên sivîl, leşkerî, şênî û komînan kom bûn ji bo bîranîna komek ji şehîdan, li meclisa navçeya Şedadê.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir ji bo giyanê şehîdan, piştre hinek gotin hatin kirin, bi navê meclisa leşkerî li Şedadê Ewda El-Hisên axivî û got: Em îro komek ji şehîdên Hêzên Sûriya Demokrat bibîr tînin yên şehîd ketin di dema bi erkên zwe radibûn ji bo azadiya hemû gelan, ew lehengên ku bi hemû qehremanî parastin kirin, rehme ji şehîdên me re û başbûna zû ji birîndarên me û bijî Sûriya azad demokratîk.

Bi navê Partiya Yekîtiya Demokrat Fadil El-Ehmed axivî û got: Em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin, îro em komek ji şehîdên Hêzên Sûriya Demokrat bibîr tînin yên ku tûrnûvayan nivîsandin divê di pirtûkên dîrokê de were tomar kirin, di vê rojê de em tenê dikarin bi rêzdarî bsekinin li pêşiya fedekariyên ku pêşkêş kirin ji bo biratiya gelan û jiyana hevbeş, îro em disekinin bi rûmetî bi saya wan şehîdên ku xwîna wan vî welatî av dan.

Bi navê meclisa Şedadê hevserokê hevbeş Elaa Omer axivî û got: Îro em komek ji şehîdên xwe bibîr tînin, yên ji bo ku welat bi aştî û rûmet jiyan bike canê xwe feda kirin, îro em şehîdên xwe bibîr tînin ji ber ku ew pêşengên menewîn e ji me re û em li ser gavên wan dimeşin ji bo azadî û demokrasiyê, wan karîbûn hemû pilanên terorîst têk bibin li herêmên me, di vê boneyê de em dayikên şehîdan silav dikin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan li Şedadê Zehra El-Nasir axivî û di gotinên xwe de wiha got: Silavek rêzgirtin ji her şehîdekî ku canê xwe pêşkîş kir ji bo welat bi ewlehî jiyan bike û tu gotin tune ye ku em van fedahiyan wesf bikin, ew mum e ku ku xwe dişewitîne ji bo riya kesên din ronî bike, yên ku laşê xwe kirin pirek ji bo derbasbûna yên din, ji ber vê yekê em bi we serbilindin û bîranîna we di dilê me de wê bimîne.

     

      

Back to top button