ManşêtNûçe

Saziya Malbatên Şehîdan li Şedadê êrîşên li ser herêmên parastina rewa şermezar kir

Bi hevsengiya meclisa navçeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk, saziya Malbatên Şehîdan, duh 31’ê Tîrmehê, daxuyaniyek darbarî êrîşên dawî li ser başûr û êrîşên Tirkiyayê li ser herêmên parastina rewa da, ku daxuyanî li ber meclisa navçeya Şedadê, û bi beşdariya endamên saziyên sivîl û partiyên siasî hat xwendin.

Daxuyanî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, piştre daxuyanî ji hêla “Deham El-Ferec” rêveberê di Saziya Malbatên Şehîdan li Şedadê hat xwendin, û di daxuyaniyê de wiha hat:

Çiqas ku hestê welatparêziya Kurdan li herçar perçeyên Kurdistanê zêdebibe û hestên wan bihevre bibe yek û ew bibin yek kutle ji bo ku destkeftiyan biparêzin û bigihîjin xewna dêûbav û bapîrên xwe, wê demê dijmin hovtir dibe ku fitneyê biafirîne û bi her awayî bixebite ku di nav Kurdan de şerê birakujiyê bike.”

Daxuyanî wiha berdewam kir: ” Tiştê ku niha li başûrê Kusdistanê diqewime,  êrîşên dewleta Tirkiyê li ser herêmên parastina rewa, hedefgirtina hêzên ewlekarî, afrandina tirs di navbera sivîlan de, bûyerên vê dawî yên ji hêla mêlîşiya Partiya Demokrat ve û danîne kemînan li çiyayan li ber Hêzên Parastina Gel Gerêla ya ku bû sedema şehadeta hejmarek j Hêzên Gerêla, di vê demê de, ew tenê rêbazên bêrûmetin  ji hêla Hêzên Berzanî ne, û ew ji hêla kolana Kurdistanî ve tê şermezarkirin.”

Daxuyanî wiha lê zêdekir: “Em banga li gelê xwe yê Kurdistanî û hemû gelê azadîxwaz li her derî dikin, ku em di qonaxeke girîng a dîrokî ji têkoşîna me ya neteweyî de dijîn, û bi saya xwîna şehîdan û ramana neteweya demokrat û rêber Ebdullah Ocelan destkeftiyên dîrokî li ser asta şoreşa bakur û rojhilatê Sûrî bi dest xist, da ku bibe bingeheke xurt di xizmeta xeta giştî ya berxwedana gelê me de, nemaze di salên dawî de, bi riya peymanên navneteweyî ya ku Kurd ji xak, ziman û çanda wî mehrûm kir. Ji niha û şûnde, em bi hev re kar bikin, ji bo yekkirina gotina Kurd li ser mijareke giştî xizmaeta berjewendiya bilind dike ya doza neteweyî.

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Gerêla û Hêzên Sûriya Demokratîk bi dawî bû.

   

Back to top button