ManşêtNûçe

Şaredariya Gel li Qamişlo parkek bi navê rêber Ocelan vedike

Îro şaredariya gel li Qamişlo parkek li taxa Hilêliyê vekir, bi boneya salvegera 72’an ji rojbûna rêber Abdullah Ocelan, bi beşdarbûna nûnerên dêste û sazyên Rêveberiya Xweser û Tevgera Civaka Demokratîk û bi sedan ji şêniyan.

Piştî çandina daran, beşdaran deqeyek rêzgirtin sekinîn ji bo giyanê şehîdên azadiyê, piştre bi navê Malbatên Şehîdan ” Ca Cemşîd ” axivî û got: Em vekirina vê parkê bi navê rêber Apo pîroz dikin, wiha lê zêde kir: Em dibînin ku rojbûna rêber Apo rojbûna jina azad û rojbûna mirovahiyê ye, û ji vir ve em teqez dikin ku em ê di riya felsefe û ramanê rêberê gelan û mirovahiyê berdewam bin, û em ê li gel rêberê xwe bin heta rizgarkirina wî.

Merasîma vekirina parkê bi drûşmeyên daxwaza azadiya rêber Ocelan bi dawî bû.

   

   

Back to top button