ManşêtNûçe

Şandeyeke perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana Almaniya kir

Li ser vexwendina fermî ya Yekitiya Mamosteyan a Almanyayê, şandeyeke perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 6`ê Sibatê (2023) de serdana Almanyayê kir û bi aliyên perwerdeyê û partiyên siyasî re rêzehevdîtin pêk anîn.

Şande ji Hevseroka Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşk û Cîgira Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dîlber Yûsif pêk tê.

Endamên şandeyê bi rayedarên Saziya Friedrich Ebert Stiftung, parlamenterê ji Partiya Çep a Almanyayê Andre Honko, du xebatkarên rojnameya Tagesspiegel, rayedarên Komeleya Bezirksamt Friedrichshain-Kreuzberg von Berlin û rayedarên Komeleya Yekmal a kurdî re, hevîdtin kirin.

Hevseroka Yekitiya Mamosteyan Nesrîn Reşk têkildarî serdanê ji ajansa ANHA’yê re axivî û da zanîn ku wê serdana wan heta 22`ê Sibatê bidome.

Nesrîn diyar kir ku armanc ji serdanê ew e ku beşdarî kongreya 10`ê Sibatê bibin, ku dê Yekitiya Mamosteyan a Almanya li dar bixe.

Nesrîn destnîşan kir ku di hevdîtinan de pergala xwendinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa perwerdeyê li herêmê, astengiyên li pêş perwerdeyê û zirarên piştî erdhejê gihîştine dibistanan, nîqaş kirine û anî ziman ku wan aliyan soz daye ku dê agahiyên têkildarî wan ziraran bigihînin aliyên navneteweyî.

Back to top button