ManşêtNûçe

Şandeyeke Fransî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir

Di 11’ê Çileyê de Şandeyeke Fransî payebilind bi serkêşiya gerînendeyê Beşa Piştgiriyê û Aloziyan a Wezareta Karên Derve ya Fransayê balyoz Yeric Chevalier serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Şandeyê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re hevdîtin pêk anî û rewşa siyasî ya li herêmê û gefên leşkerî yên ji hêla dewleta Tirk ve, rêbazên piştgiriya projeyan û pêkanîna ewlehiyê nîqaş kirin.

Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Dr. Ebdulkerîm Omer, cîgirên hevserokatiyê Fener Kaît û Ebîr Îliya û berpirsa nivîsgeha serokatiyê û dîwanê Nafiye Mihemed ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de her du aliyan rewşên li Sûriyê û rewşên herêmên Rêveberiya Xweser, gefên dewleta Tirk ên domdar ên li dijî herêmê, êrişên wê yên li dijî Eyn Îsa û Til Temirê û sûcên çeteyên wê yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî, zêdebûna hejmara bûyerên kuştinê li kampa Holê ku bûye dosyayeke bigirêk, pêwîstiya lîstina Rêveberiya Xweser rola xwe di xebatên siyasî û komîteya destûrî ya Sûriyê de, nîqaş kirin.

Her wiha Ebdulkerîm Omer di hevdîtinê de destnîşan kir ku dewleta Tirk ji berdewamkirina êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, armanc dike ewlehiya li herêmê têk bibe, DAIŞ`ê vejîne û projeyên dagirkirinê û guhertina demografiya herêmê fireh bike.

Yeric Chevalier jî got: “Fransa tev li nîqaşên ku bi Peymangeha Aştiyê ya Ewropayê re pêk tîne, bû. Da ku têkildarî kampa Holê û perwerdekirina zarok û jinan kar bikin û kesên ji terorê zirar dîtine, destek da wan. Fransa wê roleke erênî ji bo piştgiriya herêmê di gelek dosyayan de mîna diyaloga kurdî-kurdî û projeyên sepandina ewlehiyê li herêmê de bilîze.”

Yeric Chevalier wiha domand: “Fransa desteka projeyên gihandina aşleyê ji bo tevahiya dewletan dike. Dê hewl bide wê bigihîne herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Ji aliyê xwe ve Ebdulkerîm Omer spasiya Fransayê kir, ji ber helwestên wê yên ji bo piştgiriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û piştrast kir ku divê hevkarî, koordîneya têkildarî têkoşîna li dijî terorê û pêşxistina têkiliyên siyasî di navbera her du aliyan de bidomin.

Yeric Chevalier, di dawiya hevdîtinê de spasiya Rêveberiya Xweser kir û wiha pê de çû: “Ev ne cara yekê ye ku serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikim. Beriya çend mehan ez li vir bûm.”

Her wiha destnîşan kir ku ew bi Rêveberiya Xweser re rewşa li herêmê nîqaş bikin, nêrîna wê guhdar bikin û bi bîr xist ku ew dixwazin mijara dabînkirina alîkariyên mirovî ji herêmê re nîqaş bikin. Yeric Chevalier da zanîn ku ewlehiya herêmê ji bo Ewropayê gelekî girîng e.

Di dawiya serdanê de hinek zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên xwedî nasnameyên fransî, li gorî belgeyeke fermî radestî şandeya fransî hatin kirin.

ANHA

Back to top button
Close