ManşêtNûçe

Şandeyek Rêveberiya Xweser serdana Senatoya Fransayê kir

Şandeyek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 24′ê Adara 2023′yan serdana Senatoya Fransayê kir. Şande ji Hevserokê Darîeya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser li Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berdevka YPJ′ê Rûksan Mihemed, berdevkê YPG′ê Nûrî Mehmûd û nûnerê Rêveberiya Xweser li Fransayê Xalid Îsa pêk hat.

Li gorî malpera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, şandeyê bi senator Pierre Laurent re li avahiya Senatoyê ya li paytexta Fransa Parîsê hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de rewşa giştî li Sûriyeyê piştî 12 salan ji krîzê li gel nebûna çareseriyek siyasî, hat nîqaşkirin.

Herdu aliyan astengiyên siyasî, aborî, mirovî û ewlehî yên ku Rêveberiya Xweser pê re rû bi rû dimîne, her wiha gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên ku îstîqrara herêmê xira dikin û dikevin xizmeta çeteyan, nîqaş kir.

Sûcên li herêmên dagirkirî yên mîna qetilkirin, girtin û guhartina demokrafyayê ên ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin, nexasim qetilkirina 4 kesên ji heman malbetê di şeva Newrozê de, rojevek nîqaşan bû. Hat desntnîşankirin ku divê Fransa û civata navneteweyî li hember van dosyayna berpirsiyariyên xwe pêk bînin.

Pierre Laurent, fedakariyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî çeteyan dane bi nirx dîtin û sersaxî ji malbatên qurbaniyên erdhejê û malbata şehîdên li Cindirêsê re xwest.

Pierre Laurent careke din diyar kir ku ew ê destekê bidin Rêveberiya Xweser, hevkariya di navbera Rêveberiya Xweser û Fransayê de bi pêş bixin da ku li hember “terorê” bisekinin û çareyeke aştiyane û demokratîk ji krîza Sûriyeyê re bibînin.

Back to top button