JinManşêtNûçe

Şandeyek ji Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdsiatnê serdana navenda me li Qamişlo kir

Îro, şandeyek ji Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdsiatnê serdana navenda Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li bajarê Qamişlo kir.

Şande ji “Enahîta Xelef” û “Beyan Daûd” endamên Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdsiatnê pêk hat.

Her wiha endamên Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, “Erîfa Bekir”, “Nisrîn Tahir” û “Rozelîn Bekir” pêşwaziya şandeyê kirin.

Di der barê serdanê de mijarên têkildarî jinan li bakur û rojhilatê Sûriya hat nîqaş kirin.

Wekî din giringiya rola yekîtiya rewşenbîran û bandora wan ya mezin di civakê de hat nîqaş kirin, ji bo xurtkirina rola jinan di navbera tevahiya kategoriyên civakê.

Enahîta Xelef îşaret kir ku divê em bi awayekî berfireh kar bikin der barê mijarên têkildarî jinan.

Di dawiya serdanê de her du aliyan destnîşan kirin li ser pêwistiya dayîna semîneran bi awayekî berfirehtir têkildarî rewşa jinê.

Back to top button