ManşêtNûçe

Şandeyek  ji şêxên eşîrên ereb serdana navenda partiya me ya li Qamişlo kirin

Şandeyek ji Şêxên Eşîrên Ereb ” Xatûnî” û” Şerabiyîn ” şêxên navçeya Holê serdana navenda Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li bajarê Qamişlo kir.

Şandeya mêvan ji Mehmûd Ebdûl Hemîd Xidir, Ridwan Ilyas Silêman û Deham Mehmûd El-Musa şêxên eşîrên Holê pêk hat.

Hevserokatiya nivîsgeha têkiliyan ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Erîfa Bekir û Mezlûm Xelîl, hevserokê Darayî Mehmûd Hemê di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, pêşwaziya wan kirin.

Şandeyê li dar xistina kongreyê 9’emîn a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD pîroz kir, piştre her du aliyan behsa dozên giring yên hevbeş li herêmê di siya rewşa navdewletî ya heyî kirin, her wiha li ser gefên dagirkeriya Tirk bi pêkanîna operasyoneke leşkerî li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriya axivîn

Di dawiya serdanê de, her du aliyan tekezî li ser xurtkirina peywendiyan bi hêzên navdewletî û hemû şêxên eşîran re kirin ji bo gihiştina çareseriyeke aştiyane ku misogeriya parastina mafên gelê Sûriyê be.

 

Back to top button