ManşêtNûçe

Şandeyek ji PYD’ê serdana mala Êzdiyan li Amûdê kirin

Hevserokatiya hevbeş ê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê Enwer Muslim, berdevka partiyê Sema Bekdaş, û Hevserokatiya hevbeş a buroya têkiliyan Rohat Mele Xelîl û Xelîl Osman serdana mala Êzdiyan kirin, her wiha di pêşwaziya wan de Farûq Tozo û Leyla Mio Hevserokatiya hevbeş a mala Êzdiyan, û Îlyas Sîdo endamê meclisa îdarî, duh 15’ê Eylolê li Amûdê, ji bo li ser rewşa Êzdiyan li Bakur û Rojhilat Sûriyê biaxivin.

Herdû aliyan li ser mijarên siyasî û civakî yê taybet bi Êzdiyan axivîn, her wiha tekez kirin li ser binpêkirinên ku li dijî  Êzdiyan li herêmên “Serê Kaniyê û Efrînê” pêk tên piştî dagikirina dewleta Tirk ji wan re.

Mala Êzdiyan îşaret kir li ser binpêkirinên û êşkenciyên ê ku li dijî Êzdiyan hatkirin dema ku rêxistina terorîst a DAIŞ’ê êrîşî Şangalê kir, ev binpêkirin û kiryarên bê exlaqî gihaşt ji “kuştin, revandin û destdirêjiya li jinan û zarokan ” û hemû cûreyên îşkenciyê.

Di dawî de Partiya me tekezkir ku Êzdiyan pêkhateyek sereke ji civakê ne, û divê em hemû bixebitin ku mafên wan bi destûrî biparêzin.

Back to top button